Rêjîma Sûriyeyê derbasî gundê yekemîn ê Quneytera bû

Rêjîma Sûriyeyê piştî lihevkirinê derbasî yekem gundê parêzgeha Quneytera bû da ku çekdar jê bên derxistin.

Rêjîma Sûriyeyê derbasî gundê yekemîn ê Quneytera bû
20 tîrmeh, 2018   10:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Televizyona rêjîma Sûriyeyê ragihand ku 10 otobus derbasî gundê Um Batinê yê parêzgeha Quneytera ya başûrê rojava bûn, da ku çekdar ber bi bakurê Sûriyeyê ve werin şandin.

Ji aliyekî din ve jî, wê çekdarên ku lihevkirina çekdarên din bi Rûsyayê re nepejirandin, dê ber bi Idlibê ve werin şandin.

Li gorî lihevkirinê, dê çekdar tevî malbatên xwe, xwe radestî rêjîma Sûriyeyê bikin, çekdarên ku ev lihevkirin nepejirand jî dê ber bi herêmên bakurê Sûriyeyê ve werin şandin.

Bi sponseriya Rûsyayê, rêjîm û komên çekdar duh ji bo çarenûsa parêzgeha Quneytera ji bilî herêmên di bin serweriya çeteyên Cebhet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de gihaştin lihevkirinê.

(ekib)