Foruma Danûstandinan bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma Danûstandinên Sûrî- Sûrî bi encamnameyekê bi dawî. Di encamnameyê de biryar hate girtin ku komîtyeke koordînekirinê were avakirin, erka komîteyê diyalogan bi hêzên siyasî, niştimanî, laîk re pêk were. Her wiha ji bo avakirina Sûriyeke demokrtîk banga hevgirtinê hate kirin.

Foruma Danûstandinan bi encamnameyekê bi dawî bû
19 tîrmeh, 2018   17:03

GIRÊ SPÎ

Foruma Danûstandinên Sûrî Sûrî di roja duyemîn de bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya Forumê wiha ye;

"Li ser vexwendina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk , beşeke mezin ji hêz, partiyên siyasî, akademisiyan, kesayetên serbixwe, çalakvanên civaka sivîl roja 18 û 19‘ê Tîrmeha bi dirûşmeya ‘Danûstandinên Sûrî- Sûrî hevdîtineke avakar e‘li bajaroka Eyn Îsa kom bûn. Di forumêyê de ku li gorî sê rûniştinana pêk hat, mijarê dîroka aloziya Sûriyê, pergala siyasî ya Sûriyê, nêrîn û rêbazên çareseriya guncaw ya pêşeroja Sûriyê, girîngiya peydakirina destureke û hevpeyama civakî hatin nîqaşkirin.

Beşdaran girêdana xwe ya bi xaka Sûriyê tekez kirin û diyar kirin ku pêwîste diyalogên Sûrî-Sûrî pêk werin da ku dawî li aloziya Sûriyê were anîn. Çareserî dê li gorî xeta  siyasî pêk were , her wiha hemû biryarên navdewletî yên eleqedar ber çava bêne derbaskirin ta ku hemû cura tundiya ku ev 8 salin li ser gelên me têne kirin, ji koçberkirin, revandin, girtin û koçberiya bi zorê were bi girantiya navdewletî bêne çareserkirin. Di pêvajoya pêş de sîstemeke demokratîk, ne navendî û pirreng ku mafên hemû ferdên civaka Sûrî pêk were.

Li ser vê yekê, beşdaran biryara girtin ku komîteyeke şopandinê were avakirin, erka komîteyê ew e ku bi hêzên niştimanî, siyasî û civakî re diyalogan re çêbike. Di vê pêvajoya dîrokî de ku herêmê bi giştî û welatê Sûriyê bi taybet tê re derbas dibe, ji bo Sûriyeke yekbûyî  pêwîstî bi hevgirtina hemû hêzên demokrasîxwaz û niştimanî û laîk heye, da ku dawî li aloziya were û sîstemeke demokratîk pêk were."

ANHA