Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 6 sivîl revandin

Artêşa tirk a dagireker û çeteyên wê 6 şêniyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revandin û çarenûsa kesên revandî ne diyar e.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 6 sivîl revandin
19 tîrmeh, 2018   11:36

CAFER CAFO /EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlên kantona Efrînê de kiryarên dermirovî berdewam dikin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di sibeha îro de 6 sivîlên navçeya Cindirêsê revandin. 

Ajansa me ANHA`yê jî navên kesên ku hatine revandin peyda kirin. Navên wan wiha ne: Mistefa Heske (60), Nîhad Heske (58), Welîd Hisên (54), Ebdo Xelîl Ebdê (42), Bedrî Helebî (40) û Xelîl Muxtar (28).

Her wiha çarenûsa van kesan hê jî ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku bajarê Efrîn dagir kirine, berdewam in bi revandin û îşkencekirinê li ser welatiyên sivîl.

(ekîb)

ANHA