Rûsya li ser herêma Quneytera bi komên çekdar re li hev dike

Rûsya li ser çarenûsa herêm û bajarokê Quneytera bi komên çekdar re li hev kir da ku kesên şerker tevî malbatên xwe herin bakurê Sûriyeyê yan jî bi rêjîmê re rewşa wan bê zelalkirin. 

Rûsya li ser herêma Quneytera bi komên çekdar re li hev dike
19 tîrmeh, 2018   11:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku lihevkirin li ser çarenûsa Quneytera û hemû heremên wê bi sponseriya Rûsyayê hatiye kirin, tevî herêmên di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhet El-Nusra de jî.

Navendê tekez kir ku di lihevkirinê de hatiye erêkirin ku hemû kesên lihevkirinê napejirînin û malbatên wan dê werin şandin ber bi bakurê Sûriyeyê ve, tevî ku çekên xwe yên giran û navîn dê radest bikin û wê polîsên leşkerî yên Rûsyayê derbasî bajarok û gundên Quneytera bibin. Qeydkirina navên kesên ku li hevkirinê napejirînin pêk hat.  

Ajansa SANA ya girêdayî rêjîma Sûriyeyê  jî ragihand ku hin agahî hene li ser lihevkirinê û dê komên çekdar ên di parêzgeha Quneytera û Idlibê de bên derxistin an jî dê sîstema dewletî bipejirînin.  

(ekîb)

ANHA