′Armanca lidarxistina pêşangehê belavkirina çanda pirtûkan e′

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid got ku armanca wan ji lidarxistina pêşangeha pirtûkan belavkirina çanda pirtûkxwendinê ye, her wiha ji bo bîranîna rewşenbîr Hisên Şawîş (Herekol) e.

′Armanca lidarxistina pêşangehê belavkirina çanda pirtûkan e′
19 tîrmeh, 2018   11:18

SILAVA ABDULREHMAN – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo û bi tevlêbûna weşanxaneyan û saziyên çandî li Rojava dê 20`ê Tîrmehê (sibê) pêşangeha duyemîn a pirtûkan li Rojava bi dirûşma "Em bi xwendinê dijîn" were lidarxistin.

Pêşangeha duyemîn bi navê rewşenbîr Hisên Şawîş (Herekol) hatiye binavkirin. Gelek weşanxaneyên Rojava, sazî û rewşenbîr dê tev li pêşangehê bibin.

Di pêşangehê de baskê taybet bi pirtûkan heye, her wiha dê semîner di nava 5 rojan de werin dayîn û pêşangehên fotoyan werin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Xalid got ku armanca wan ji lidarxistina pêşangehê ku tevgera belavkirinê û pêşxistina xwendinê li herêmên Rojava - Bakurê Sûriyeyê bi pêş bixin. Bêrîvan her wiha got ku ji bo bîranîna şehîdê rewşenbîr Herekol ku rola wî di tevgera çandî li Rojava de heye, pêşangeha wan tê lidarxistin.

Bêrîvan destnîşan kir ku ev duyemîn pêşangeh e tê lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Tevî hemû zehmetiyan jî pêşangeha destpêkê baş derbas bû. Pêşangehê çanda xwendinê bi pêş xist.”

Îsal dê weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Hyedo, weşanxaneya El-Tekwîn, weşanxaneya El-Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyeyê dê tev li pêşangehê bibin.

Bêrîvan diyar kir ku tişta ku di pêşangehê de balê dikişîne ku baskekî taybet a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, her wiha dê pêşangehên wêneyan bi tevlêbûna şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê were lidarxistin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid rola jinan di aliyê çandî de û bi rengekî teybet di pêşangeha pirtûkan a salane de anî ser ziman û wiha berdewam kir: “Di pêşangeha yekemîn de jinan roleke pir girîng lîst û nivîskar Ronak Mûrad di sala borî de hate xelatkirin li ser pirtûkên ku pê beşdar bû û hejmara wan 10 bû. Hejmara jinan di pêşangeha yekemîn de pir zêde bû, ji ber wê jî ew bi hêvî ne ku hejmara wan di vê pêşangehê de jî zêde be.”

Pêşangeha duyemîn a pirtûkan li Rojava dê roja Înê di 20`ê Tîrmeha 2018`an de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo were lidarxistin. Pêşangeh dê 5 rojan berdewam bike û ji saet 10:00’an heta 20:00`an vekirî be. 

Yekemîn pêşangeha pirtûkan li Rojava, di 20`ê Tîrmeha 2017`an de bi dirûşma "Xwendin asoya ramanên mirovan berfireh dike" hate lidarxistin.

(bx/ew)

ANHA