Topbarana li ser başûrê Sûriyeyê zêde dibe

Êrîşên hewayî yên li ser herêmên derveyî serweriya rêjîma Sûriyeyê li Deraa û Quneytera didomin. Her wiha amadekariyên derketina şênî û çekdaran ji bajarokên Kefreya û El-Fûa didomin.

Topbarana li ser başûrê Sûriyeyê zêde dibe
18 tîrmeh, 2018   12:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê êrîşên hewayî û fûzeyan li ser herêmên derveyî serweriya hêzên rêjîmê li herêma Deraayê didomin.

Balafirên şer ji şeva Sêşemê heta niha bi çekên hewayî û qazanên teqemenî êrîşî Tel El-Cabiye û derdora bajarê Newa û hindek deverên din ji herêmê dikin.

Her wiha hêzên rêjîmê êrîşî herêmê kir. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Şeva din jî balafirên şer êrîşê bajarê Newa kir û li wê derê komkujî pêk anî; 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rêjîmê ji bilî bajarê Newa û bajarokê El-Şêx û derdora wê, hindek herêmên gundewarên Quneytera û herêma Deraayê xistine bin serweriya xwe.

Ji aliyekî din ve balafirên şer ên girêdayî rêjîma Sûriyeyê di saetên sibê de êrîşî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Ceyş Xalid bin Welîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê li herêma Hewid El-Yermûk a gundewarên rojavayê Deraayê, pêk anîn.

Li gorî agahiyên navendê dane, îro di saetên sibê de nêzî 60 trimpêl derbasî bajarê El-Fûa û Kefreya bûn. Her wiha amadekariyên derxistina sivîlên alîgirên rêjîmê ji her du bajarokan ber bi parêzgeha Helebê ve didomin.

(bx/ew)