Mistefa Mihemed.. Di lêgera heqîqetê de şehîd bû

Rojnamevan Mistefa Mihemed fîlma xwe ya bi navê (Zarokên Şer) bi dawî nekir, hevalên wî li benda mizgîniyê bûn lê ew nehat. Mistefa di riya heqîqetê û ji bo derxistina rûya DAIŞ'ê ya rast de, şehîd bû.

Mistefa Mihemed.. Di lêgera heqîqetê de şehîd bû
18 tîrmeh, 2018   04:55

DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 2'emîn a şehadeta nûçegîhanê Rojnamavan Mistefa Mihemed, hevalên wî bîranînê wî yên xebatê bîranîn û hêviyên wî bibîr xistin.

Edîtorê Beşê Kurdî yê Ronahî TV Alan Miîş  têkildarî mijarê got: "Hevalê me Mistefa Mihemed di 18'ê Tîrmehê de li Minbicê, ji bo derxistina rûyê DAIŞ'ê ya rast û ji bo raghandina azarên gelê Minbicê şehîd bû. Şehadeta wî di jiyana me ya rojnamegeriyê û hevaltiyê de gelek bi wate ye".

Miîş di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku şehîd Misetefa ji bo wan riya piratic a rojnmegeriyê ku bi ruhê raghandina azad vekir û riya wan ronî kir. Her wiha rastiya rojnamegeriyê nîşanî me da."

Miîş, da zanîn ku Şehîd Mistefa ji hemû cîhanê re isbat kir ku tu kes nikare heqîqetê piş perde bike û wiha dom kir: "Şehîd Misrtefa ji hemû cîhanê re isbat kir ku ew bûye çavê rastiyê. Di riya rojnamegeriya azad de meşiya û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka rojnamegeriyê nivîsand."

Hevalê Şehîd Mistefa, Welat Şêxo bi Ş.Mihemed kamîre dikşand, derbarê kesayeta Şehîd Mistefa de ev tişt anî ziman: "Hevalê me Mistefa Mihemed pir bi karê xwe ve girêdayî bû. Li gel karê wî rolek girîng di şoreşa Rojava de girt. Şehîd Mistefa ragîhandin li Şamê xwend, piştre berê xwe da Kobanê û karê xwe kir. Piştî DAIŞ beşek ji Kobanê dagirkir, Mistefa li gel şervanan karê xwe domand. Nûçeya destpêkê ya rizgarkirina Kobanê li ser ekranê Ronahî Tv ragîhand."

Şêxo, di dirêjiya axaftina xwe de bibîr xist ku Şehîd Mistefa tevlî gelek hemleyên rizgarkirinê bûye û wiha pê de çû: "Her tim digot gelên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê êş dikişandin li benda min in, da ez ji wan re qadên ku şervanan rizgar kirine raghînim. Şehîd Mistefa dixwest fîlmek bi navê' Zarokên Şer' çêbike, lê ji ber gelek dîmenên zarokên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne dikşand. Ema şehîd bû û nikarîbû pirojeya xwe bi dawî bike."

Pêşkêşvana Ronahî TV Hebûn Omer ku yek ji hevalên Şehîd Mistefa ye derbarê kesayeta wî de wiha axivî: "Şehîd Mistefa hevalekî me yê nêzîk bû. Em ê her dem riya wî ya peyketina şopa heqîqetê bidomîn in. Şehîd Mistefa dê her dem di bîra û baweriya me de zindî be. Em, bejna xwe li ber tekoşîna Şehîd Mistefa û hemû şehîdên azadiyê bitewîn in."

Hebûn di dawiya gotina xwe de jî got ku  Şehîd Mistefa ji bo ku bibe dengê heqîqetê cihê xwe di pêngava rizgarkirina Minbicê bû û ev tişt anî ziman: "Her dem welatî li bendê bûn ku dîmenên wan bikşîne û rewşa wan ji raye giştî re ragihîn e.  Şehîd Mistefa di pêşxistina ragîhandina kurdî de rolek girîng girt. Bernameya El-Îdaat pêşkeş kir û piştre bû rojnameger û berê xwe da qadên şer."

Hevalên Şehîd Mistefa soz dan ku dê heta dawî riya wî bişopîn in û hewl bidin hêviyên wî yên ji bo wê şehîd bûne, pêk bîn in.

ANHA