‘Em dixwazin di jiyana Netewa Demokratîk de perwerde bibin’

Koma Şanoyê ya Hêviyekda ku ji Wargeha Mexmûr, tûra şano li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Endama Komê Nûdem Yeman diyar kir ku ew ji jiyana Netewa Demokratîk bandor bûn, dê hevalên wan perwerdeya şano bibînin. 

‘Em dixwazin di jiyana Netewa Demokratîk de perwerde bibin’
‘Em dixwazin di jiyana Netewa Demokratîk de perwerde bibin’
‘Em dixwazin di jiyana Netewa Demokratîk de perwerde bibin’
‘Em dixwazin di jiyana Netewa Demokratîk de perwerde bibin’
15 tîrmeh, 2018   19:28

QAMIŞLO

Di 6’ê mehê de Koma Şano ya Hîvîyekda ku ji 15 ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk tê di deriyê Sêmalka re derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bûn. Armanca komê tûra şano li Rojavayê Kurdistanê pêkanîne. Komê hetanî niha li Kobanê û Dirbesiyê şano ya bi navê "Lêgerîna Heqîqetê" peşkeş kiriye û dê li gorî derfetan li bajarên din ên Rojava şanoyê pêşkêş bikin.

Koma Hêviyekda şevê din li bajarê Qamişlo, Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şano pêşkêş kir. Naveroka şanoya "Lêgerîna Heqîqetê" li ser gundek Bakurê Kurdistanê ku di bin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker de tê asîmîlasyonkirin û  bi rêya çeteyên olî de tê parçekirin dike mijara xwe. Ciwanê bi navê Xwezan piştî demekê ku beriya çend salan malbata wî ji bo Elewî bûne ji aliyê dewletê ve hatî derxistin dizivire gundê xwe. Xwezan bi gelê gund re sîxorê bi navê Mele Qasim tespit dikin û ji gund diqewitînin.

Piştî ku şano bi dawî bû gel bi drûmşên “Bijî Serok Apo” û “Bimire îxanet” û çepikan spasiya xwe ji komê re ragihandin.

‘Saetek be jî em dixwazin dilê dayîkan xweş bikin’

Ji endamên komê Nûdem Yeman diyar kir ku wan xwest çanda ku li Mexmûr fêrbûyîn bigihînin Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî: “Me şano pêşkêş kir, me li ciwanên şanoger ên Rojava temaşe kirin, ev danûstandin pir baş bû. Her çendî me perwerdeyek şano nedîtibe jî heskirina me ya ji bo şano em anîn heyanî Rojavayê Kurdistanê. Dema em ketin Rojavayê Kurdistanê, me cihên ku ciwanên me canê xwe lê dayîn dîtin em pir hestiyar bûn. Şoreşa Rojava hest da me. Em dizanin gelê Rojava pir êş kişandine, hema saetek be jî em dixwazin dilê dayîkan geş bikin.”

Yeman anî ziman ku tişta herî bala wan kişandî perwerde û jiyana Netewa Demokratîk a li Rojava bû, lewma jî hinek endamên wan biryar dan ku li Rojava bimînin û perwerdeya şano li vir bigirin.

(bm)

ANHA