Ji bo ku hêzên rêjîmê bikevin El-Harayê lihevkirin didomin

Lihevkirinên der barê derbasbûna hêzên rêjîmê ya bajarokê El-Hara ya herêma Deraayê de didomin. Her wiha tê gotin ku beşeke din ji çekdaran tevî malbatên wan ên ku lihevkirinên bi rêjîmê re red dikin, dê ji parêzgeha Deraayê ber bi bakurê Sûriyeyê ve werin derxistin.

Ji bo ku hêzên rêjîmê bikevin El-Harayê lihevkirin didomin
15 tîrmeh, 2018   11:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku lihevkirinên bi hêzên rêjîmê re der barê derbasbûna wan a bajarokê El-Hara û girê wê yê xwediyê cihekî stratejîk, didomin.

Her wiha çavkaniyan tekez kir ku pêşketin di lihevkirinan de çêbûye. Lihevkirin bêyî ku şer li herêmê derkeve, tê kirin û ji ber ku ew radestkirina herêmê ji rêjîmê re ya ku heta niha ji sedî 84 ji parêzgeha Deraayê di bin serweriya rêjîmê de ye.

Her wiha çavkaniyan got ku dibe ku beşekî din ji komên çekdar û malbatên wan ên ku lihevkirinên bi rêjîmê re red dikin dê ji parêzgeha Deraayê ber bi bakurê Sûriyeyê ve werin derxistin. Di nava wan de bi sedan sivîl, çekdar û malbatên wan hene. Ji aliyekî din ve jî li gorî agahiyan ew kesên ku wê ji Deraayê derkevin baş hatine amadekirin.

Ji aliyekî din ve jî dengê teqînan ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de li aliyê bakurê rojavayê gundewarên Deraayê û beşek ji gundewarên El-Quneytera tê.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Suriyeyê şer û pevçûnên dijwar nêzî 4 km ji herêmên agirbestê yên gundewarên El-Quneytera û Colanê pêk tên.

Hêzên rêjîmê piştî lihevkirinên aliyê rûsî bi komên çekar re ragihand ku hemû bajarê Deraayê xistiye bin serweriya xwe.

Hêzên rêjîmê bi alîkariya Rûsyayê û bi armanca ku başûrê Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe de di 19`ê Hezîranê de dest bi operasyonên leşkerî kir.

(bx/ew)