Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê

Bi sedan şêniyên Tebqa cenazeyê şervanê QSD'ê Qusey Hebîb (Çekdar) ê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû, bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Çekdar spartin axê
14 tîrmeh, 2018   17:14

TEBQA

Bi sedan welatiyên Tebqa cenazeyê Şehîd Çekdar ji Nexwexaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi kawanekî tirmpêlan li kolanên Tebqayê geriyan. Girseya ku bê navber dirşme berdiz dikirin li riya ketina goristana şehîdan a Tebqayê cenazeyê şehîd li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Komîteya Parastinê û xweparastinê ya Rêveberiya Sivîl a demokratîk a herêma Tebqayê Fatma Reşo axivî û got ku ew ê tekoşîna şehîd çekdar û hemû şehîdên azadiyê bidomîn in heta hemû xaka welat were rizgarkirin.

Di berdewama axaftinê de her wiha hate gotin ku dê hêzên QSD'ê rê nedin tu aliyan ku xêra welat binpê bikin û hate gotin ku dê Efrîn û ji Efrîn wêdetir jî were rizgarkirin.

Di berdewama merasîmê de Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa Asya El-Xerbî û li ser navê Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ibtîsam Ibrehîm axivîn. Her wiha li ser navê malbata Şehîd Çekdar jî axaftin hate kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya şehîd hate xwendin û sicîl radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

ANHA