Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Hesekê hate bibîranîn

Bi wesîleya salvegera 36'an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku wek ‘Roja Rûmetê’ tê zanîn, TEV-DEM’ê li Hesekê civînek li dar xist.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Hesekê hate bibîranîn
Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Hesekê hate bibîranîn
Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Hesekê hate bibîranîn
14 tîrmeh, 2018   12:16

HESEKÊ

Bi wesîleya salvegera 36'an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û rewşa dawîn a siyasî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li salona Silko ya Hesekê civînek li dar xist. Civîn bi beşdarbûna endama Koordînasyona Kongreya Star Mîdiya Mihemed û bi dehan şêniyên Hesekê pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Mîdiya Mihemed di serî de şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn û soza xwe dubare kir ku dê heta dawiyê xwedî li serpêhatiyên wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin.

Mîdiya Mihemed wiha axîvî: “Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li dijî kiryarên hovane yên li derveyî mirovahiyê yên faşîzma 12'ê Îlonê, wek serkeftina mezin a îradeya mirovan derkete holê. Wekî ku her kes dizane, di sala 1980 de derbeyeke leşkerî ji aliyê dewleta faşîst ya Tirkiyeyê ve hate çêkirin û jê tê gotin ‘Derbeya 12’ê Îlonê, ev derbeya leşkerî ji bo têkbirina têkoşîna şoreşgerî û têkoşîna azadiya gelê kurd bû.

Mîdiya axaftinên xwe berdewam kirin: “Têkoşîna ku bi rêberiya Rêber Apo hatibû destpêkirin û bi rêya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di sala 1978’an de gihaşte asteke herî bilind. Piştî ku dewleta tirk gotibû me doza gelê kurd têk bir, piştî Serhildana Agiriyê dewleta tirk ji her kesî re got ku me meseleya kurd bi dawî kir.

Mîdiya Mihemed axaftinên xwe wiha bi dawî kirin: “Bi pêşengiya her 4 hevalan biryara birçîbûnê heta şehadetê hate dayîn ta ku bi vê biryarê îmkanê têkoşînê were mezinkirin û nehêlin agirê şoreşê were vemirandin û şoreşê mezin bikin.”

Bi sloganên `Şehîd namirin û bijî serok Apo` civîna bîranîna her 4 lehengên 14`ê Tîrmehê bi dawî bû.

ANHA