Rêjîmê gundewarên Deraayê topbaran kirin

Hêzên rêjîmê li bakurê Deraayê piştî ku danûstandinên bi komên çekdar re li bajarokê El-Hara têk çûn, dest bi topbarankirina gundewaran kir. Rêjîm heta niha serweriya ji sedî 84’ê parêzgeha Deraa dike.

Rêjîmê gundewarên Deraayê topbaran kirin
14 tîrmeh, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî nîvê şeva Înê teqînên dijwar li gundewarên bakurê Deraayê pêk hatin. Hêzên rêjîmê bajarokê El-Hara û derdora wê topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî derketin, bêyî ku agahiyên der barê ziyanên canî de bêne wergirtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku topbaran piştî ku danûstandin di navbera nûnerên bajarokê El-Hara û rêjîmê de têk çûn, pêk hat. Nemaze piştî ku hêzên rêjîmê li bajarokê Inxel ê gundewarên bakurê Deraayê bi cih bûn.

Hêzên rêjîmê heta niha serweriya ji sedî 84’ê ji tevahiya rûpîvana parêzgeha Deraayê dikin û ew deverên Deraayê bi rêya lihevkirin û lihevhatinan bi dest xwe ve anîn.

Rûpîvana ku niha di bin serweriya komên çekdar de ye nêzî ji sedî 9 e û çeteyên artêşa Xalid Bin Welîd ku dilsoziya xwe bi DAIŞ'ê re ragihandiye, serweriya ji sedî 7 dikin.

Li gundewarên Quneytera jî di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar de pevçûnan rûda û gelek top bi ser devera gundê Ceba yê di bin serweriya hêzên rêjîmê de hatin. Hêzên rêjîmê jî bajarokê Meshera a gundewarên Quneytera topbaran kir. Di encamê de tu ziyanên canî derneketin.