Li Lazqiyeyê 27 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

Komên çekdar li nêzî sînorê Sûriyeyê yê Îskenderûnê ku ji aliyê dewleta tirk hatiye dagirkirin, êrîşî hêzên rêjîmê kir û di encamê de 27 leşkerên rêjîmî hatin kuştin û derdora 40 leşker jî birîndar bûn.

Li Lazqiyeyê 27 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
10 tîrmeh, 2018   11:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku komên çekdar êrîşî herêma nêzî sînorê Sûriyeyê yê bi lîwayê Îskenderûnê ve kir ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin.

Li gorî agahiyên navendê, di êrîşê de 27 kes hatin kuştin ku di nav de 8 serbaz jî hebûn û derdora 40 leşker jî birîndar bûn. Hejmara kesên kuştî dibe ku bilind bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e. Hejmara kuştiyên komên çete nehate zanîn.

Navendê diyar kir ku di êrîşê de komên çekdar herêma Itêra bakurê çiyayên Lazqiyeyê xiste bin serweriya xwe, piştî ku hêzên rêjîmê ji herêmê vekişiyan. 

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş ya herî giran e ji beriya du salan ve, ji aliyê hejmara kuştiyan ve.  Her wiha li çiyayên Lazqiyeyê rewşa kontrolkirinê heye ji bo çavdêriya pêşketinan di demên bê de.