Gundên Amediyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Osmana yê girêdayî bajarokê Bageşkê yê Amediyê bombebaran kir.

Gundên Amediyê bombebaran kirin
7 tîrmeh, 2018   06:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, di saetên dereng ên şevê de balafirên şer ên artêşa tirk gundê Osmana yê girêdayî bajarokê Bageşkê yê ser navçeya Amediyê ya Dihokê bomberan kir. Nehate zanîn bê ka welatiyan tu ziyan dîtiye yan na.

Duh êvarê jî di encama bombebarana artêşa tirk a ji qereqola Kanîmasiyê de welatiyekî gundê Ravîna yê dikeve herêma Metînayê jiyana xwe ji dest da.