'Daxuyaniyên Barzanî xizmeta gelê kurd nakin'

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê diyar kir ku daxuyaniyên serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xizmeta gelê kurd nakin û got ku ne mimkun e dewleta tirk bibe dosta kurdan.

'Daxuyaniyên Barzanî xizmeta gelê kurd nakin'
7 tîrmeh, 2018   06:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê der barê daxuyaniyên serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek da û got ku destwerdana Tirkiyeyê di xaka Başûr de ne kêmî dagirkeriya Efrînê ye.

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Pêwîstiya êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd bi şopandinê nîn e. Siyasetên dewleta tirk ji van aliyan ve diyar e. Tirkiyê ji bo rê nede pêşketina doza gelê kurd, her tiştî aşkera pêk tîne. Bi salan e dijberiya hêviyên gelê kurd ên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê dike. Piştgiriya teroîstan kir û ew şandin ji bo êrîşan li dijî herêmên me êrîşan pêk bînin, herî dawî jî êrîşa faşîst a li Efrînê bû. Ev dijminatiya wan îspat dike ku dijminatiya wan sabit e û Tirkiye gavan jê paş de naavêje. Dijminatiya Tirkiyeyê li dijî Rojava sînordar nema, lê belê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk hat. Tirkiyê di heman dijminatiyê de li dijî hemû parçeyên Kurdistanê tev digere. Helwesta wan a dijminane ku der barê referanduma di Îlona 2017'an de pêk hat, îspat dike ku Tirkiye her dem dixwaze kurd di asta ew dixwaze de be. Lê lêgerîna çareserkirina doza kurd û pêkanîna destkeftiyan ji bo nasnameya niştimanî ya kurd ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê dijminatiya berjewendiya gelê kurd dike.

Di çarçoveya van dijminatiyan de û li ber pêşketina doza kurd pêwîstiya me bi yekitiya kurdan û helwestek niştimanî ya yekbûyî heye. Ji bo têkoşîna li dijî planên ku nasname û hebûna me hedef digirin pêwîstiya me bi yekbûnê heye. Lê berovajî helwestên ne di cih de ji hin aliyan derdikevin. Em dibînin ku gerek di vê demê de hemû alî balê bikişînin ser nêzîkatiya kurdan ji hev re û gavên cidî ji bo mîsogeriya pêkanîna yekitiya ku îro pêwîstiya gelê me pê heye, pêk were.

Daxuyaniya ku serokê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê de, her wiha pênasekirina wî ya ku ji girîngtirîn tevgerên niştimanî yên Kurdistanê wek 'dagirker', nakeve xizmeta gelê kurd, di heman demê de peyamek ji dewleta tirk re ye ku şerê xwe li dijî gelê me bidomîne. Dewleta tirk di nava herêmên başûrê Kurdistanê de heye, der heqê gelê me yê Başûr de kiryarên kuştinê pêk tîne. Zêdetirî 20 baregehên Tirkiyeyê yên leşkerî li başûrê Kurdistanê hene, dewleta tirk heman kiryarên binpêkirinê ku li Başûr pêk tîne, ne kêmî êrîşa wan a li ser Efrînê û herêmên me yên din in, lê belê ew êrîşên behsa mijarê di çarçoveya temamkirina plana Tirkiyeyê ya di herêmê de ye. Her wiha yek ji rêbazên dijberiya hêviyên gelê me ye.

Dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Başûr re zelal e, pêwîst e berpirsên wê derê erka xwe ya ji bo rê li ber hêviyên dewleta tirk ên ji bo firehkirina dagirkeriya xwe di herêmê de derkevin. Her wiha îqna bibin ku dewleta tirk ne mimkun e bibe dosta wan. Erka hemû tevger û rêxistinên siyasî, civakî û çandî yên Başûr ew e ku helwesta xwe ya zelal der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker de li ser başûrê Kurdistanê nîşan bidin. Ji ber dagirkeriya wan li ser hemû kurdan xetere ye.

Em dibînin ku nakokiyên kurdî-kurdî heger hebin dikarin bi rêbazên danûstandin û li ser esasê biratiyê werin çareserkirin. Lê sekna bi dewleta tirk û piştgiriya hêviyên wê yên li dijî gelê kurd li ku derê be bila bibe, divê di ber çavan re were derbaskirin. Divê tu kes çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk ên li dijî sivîlên bêguneh negire. Pêwîstiya me bi tişta xizmeta yekitiyê û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê heye. Ev rêya herî durist û aqilane ye.