NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin

Di meha Hezîranê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 140 efrînî revandin, gelek erdên çandiniyê û girava navçeya Meydankî şewitandin û her wiha di guhertina demografyaya Efrînê de berdewam in. Her çend ev binpêkirinên li Efrînê didomin jî NY û şandeya wê dibêjin "rewşa sivîlan baş e."

NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
NY û şandeya wê azarên sivîlan paşguh dikin
6 tîrmeh, 2018   09:50

FÎDAN EBDULAH-CEFER CAFO / EFRÎN

ANHA hemû binpêkirinên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li Efrînê şopandin û belge kirin û ev rapor amade kir.

Revandin û Kuştin

Bi hinceta “rizgakirina şêniyên Efrînê ji terorê”, artêşa tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir û ji roja destpêka piştî dagirkeriyê ve gelek şer û pevçûnan rûda. Di 1'ê Hezîrana borî de şer û pevçûn di navbera dagirkerên tirk û êla Bobena ya ereban de li taxên El-Mehmûdiyê, Ziyêdiyê û Eşrefiyê yên bajarê Efrînê saet di 02.00’yan de rûda, di encamê de 5 sivîl, di nav de jinek, ji êla Bobena jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa tirk di meha Hezîrana borî de 140 welatiyên Efrînê ku piraniya wan ciwan û jin bûn, revandin; 5 kes ji herêma Cindirêsê (Cima Kemal Resolo, Mûsa Nebî (32) ji gundê Çeqela Cûmê, Deştî Îso (40) ev cara duyem e tê revandin, Ebdulrehman Birîmce (35) bi navê Ebo Helebçe tê naskirin ji gundê Kefer Sefrê û ev cara sêyemîn e tê revandin).

Di encama serdegirtina artêşa tirk a malên welatiyên navçeya Mabata de, 110 ciwan hatin biçavkirin û ajansa me karîbû navên 38 ciwanan belge bike. Navên ciwanan wiha ne: Salahdîn Mihemed, Kemîran Skoto, Mistefa Reşîd Qelender, Hisên Îşano, Hisên Hesen Bekir, Elî Mistefa Elûş, Hisên Birîm Bekir, Şêrkil Idlo, Mihemed Elî Şêxo, Ebdîn Şêxo, Welat Şêxo, Dilo Qelender, Ebdîn Omer Qilê, Elî Henan Hemzîno, Hîcan Hebeş, Bîşwar Mihemed Elî, Ebdo Mixtar, XelîlMihemed Elî, Cîhad Yusif  Fetome, Hisên Hisên Meşko, Ferhad Himaco, Gîvara Zekî Ehmed, Eloto Eloto, Reşîd Murad Qasim, Murad Reşîd Qasim, Murad Murad, Nedîm Arif, Kazim Arif, Cima Qasa, Mihemed Qasa, Mihemed Qelender, Elî Nûrî yê ku bi navê Ebo Nûrî tê naskirin, Hemîd Mihemed Elî, Xelîl Birîm Bekir, Kemîran Şeibo, Salah Şeibo û Zuhêr Şeibo.

Hêjayî gotinê ye ku jinek ji ber ku li hemberî binçavkirina ciwanan sekinîbû, bi guleyên çeteyên dagirkerên tirk birîndar bûbû.

Her wiha di heman navçeyê de 25 ciwan ji gundê Dargirê di nav de jinek hatin biçavkirin û navên 24 welatiyan hatin belgekirin: Ferîd Şoq (28), Fetah Elîko (31), Şiyar Hec Mistefa (21), Emîn Hec Menan Mistefa (19), Hemûdê Cemal (35), Ehmed Elî (19), Esed Yusif (60), Mihemed Rifet (50), Nezmî Elîko (60), Şiyar Cemal (23), Mihemed Elîko (Ebo Omer, 53), Xelîl Omer Elîko (22), Ezîz Hec Menan Mistefa (50), Fîras Mihemed (21), Behzet Silêman (35), Ekrem Qadir (45), Sebrî Elîko, Mihemed Hec Menan Mistefa (57) û hevjîna wî Sêvîn (42).

Li gorî çavkaniyan, çeteyên girêdayî artêşa tirk bi armanca girtina pereyan bi gelek bihane û hincetan welatiyan direvînin û îşkenceyê lê dikin.

Guhertina demografyaya Efrînê

Girêdayî mijara guhertina demografyaya Efrînê, artêşa tirk a dagirker 40 malbatên çeteyan li gundê Kaxirê ya navçeya Mabata di malên welatiyên ku ji ber dagirkirina Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin, bi cih kirin. Malbatên çeteyan li malên van welatiyan hatin bicihkirin: Mistefa Silêman, Qaziqlî Silêman, Ehmed Cîrwa, Mihemed Weqas, Fehîm Weqas, Henîf Izet Reşîd, Ciwan Sadiq Reşîd, Mihemed Mihemed Şêx Xelîl, Ferîd Hiso, Rişdî Hiso, Salah Îmo.

Ji aliyê din ve artêşa tirk a dagirker ola îslamê bi darê zorê li ser welatiyên êzidî ferz dike û her wiha artêşa tirk di 6'ê Hezîrana borî de avahiya Yekitiya Êzîdiyan teqand. Her wiha artêşa tirk a dagirker hemû bermahiyên dîrokî yên Dêra Maroniyan li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa dizîn û her wiha gorên her du Keşîş Mar Maron û Colyanos di enacama topbaranê de wêran bûn.

Dizî û talankirin

Di çarçoveya dizî û talankirina malên efrîniyan de artêşa tirk 70 patoz ji bo hilberînê anîn Efrînê û hemû berhem li ber çavên welatiyan birin Tirkiyeyê. Her wiha artêşa tirk bi armanca xirabkirina xuyanga Efrînê, daristana girava gundê Meydankî şewitand, tevî wê jî zêdetirî 10 hektar erdên ku bi genim û ceh hatibûn çandin, şewitandin. Ajansa me karîbû bi rêya çavkaniyên li herêmê navên welatiyên ku berhemên wan hatine şewitandin belge bike: Malbata Erofo ji gundê Qîbarê 3 hektar, malbata Neisan 4 hektar, malbata Zekeriye Şêx Hemze ji gundê Dargirê 3 hektar.

Li navçeya Şêrawa jî du çeteyan li ser rêya gundê Soxinekê 80 hektar erd û 2 hezar darên zeytûnê şewitandin.

Her wiha artêşa tirk du erebe ji gundê Korzêlê ya Şêrawa û 3 jeneratorên şebekeyên telefonê (Syriatel-MTN) li navçeya Reco dizîn.

Li ber kiryaran xwepêşandanên welatiyên Efrînê

Li dijî kirin û kiryarên dagirkeriya tirk û çeteyên wê bi dehan şêniyên Efrînê di meha Hezîranê de xwepêşandanek li dar xist lê tu aliyan guh neda wan. Di civîna Meclisa Ewlehiyê de, nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan de Mistura azarên şêniyên Efrînê paşguh kirin û berovajî jî dibêje "Rewşa sivîlan baş e".

(şx/ew)

ANHA