Li Helebê amadekariyên Konferansa Kongreya Star têne kirin

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Kongreya Star de îro di 6 civînên cuda de, serokên komînan hilbijartin.

Li Helebê amadekariyên Konferansa Kongreya Star têne kirin
4 tîrmeh, 2018   20:09

HELEB

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Kongreya Star de bi armanca hilbijartina serokên komînên taybet ên jinan û e rêze civîn ji jinên taxê re li dar xist.

Endama rêveber a Kongre Star Sîham Bîlal di civînan de axivî û got:" Jin ji bo azadî, pêşxistin û rizgarkirina hemû jinan ji zihniyeta baviksalarî, li berxwe têdikoşe. Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de jinan di hemû aliyên jiyanê de (siyasî, civakî û leşkerî) rolek girîng lîst û hêza xwe di rêvebirina civakê de ji cîhanê re isbat kir".

Di dawiya civînan serokên 6 komînan hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA