Şaredariya Şehbayê tevî kêmderfetan xizmetan didomîne

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê tevî hemû kêmderfetan xebatên xwe yên xizmeta welatiyan bi rêk û pêk didomîne û hewl dide êşa welatiyan kêm bike. Şaredariya Gel hemû pêdiviyên sereke yên jiyanî ji welatiyan re peyda dike.

Şaredariya Şehbayê tevî kêmderfetan xizmetan didomîne
4 tîrmeh, 2018   07:23

CAFER CAFO – ELÎ GEDRO / ŞEHBA

Piştî dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê di 18'ê Adara 2018'an de li herêma Efrînê û koçberkirina wan ji welatiyên Efrînê re, piraniya welatiyên Efrînê li kantona Şehbayê kom bûn. Di encamê de pêwîstiya peydakirina xizmetguzariyan ji welatiyên Efrînê re zêde bû û Şaredariya Gel a Şehbayê tevî hemû kêmderfetan pêdiviyên jiyanî ji welatiyan re peyda kirin.

Di serdema dagirkeriya çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de ya sala 2015'an piraniya binesaziya gundên kantona Şehbayê hatine hilweşandin û di encamê de ji aliyê şervanên Artêşa Şoreşgeran ve hatin rizgarkirin.

Der barê pêdiviyên ku Rêveberiya Herêmî ya Kantona Şehbayê pêşkêş kirine de, hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Şehbayê Faêq Ehmed axivî û wiha got: "Pirsgirêka sereke peydakirina ava vexwarinê ji welatiyan re bû û pêdiviyên jiyanî yên welatiyan ji sedî 90 bi hevkariya şaredariyên kantonê hatin peydakirin. Her wiha jeneratorên kehrebeyê hatin peydakirin da ku ava vexawrinê ji bîrên herêmê peyda bikin û ava vexwarinê bi tankeran ji welatiyan re bi buhayeke sembolîk tê belavkirin. Her wiha komîteyeke taybet ji bo ava vexwarinê kontrol bike hatiye erkdarkirin."

Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku wan jeneratorên kehrebeyê peyda kirine û kehrebeyê ji welatiyan re belaş peyda dikin. Her wiha xeta servîs jî ji bo veguhastina welatiyan li gundên Şehba hatiye organîzekirin.

Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku niha bi hevkariya şaredariyên herêma Şehbayê rêyên sereke yên di navbera van gundên Şehbayê de sererast dikin û şaredarî xebatên xwe yên paqijkirina gundan jî berdewam dike.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Şehbayê Faêq Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariya wan bikin da ku karibin pêdiviyên sereke yên welatiyan peyda bikin.

ANHA