Şaredariya Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Silûkê ya kantona Girê Spî dest bi qîrkirin û sererastkirina rêyên sereke û kanalîzasyonan kir. 

Şaredariya Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir
2 tîrmeh, 2018   11:14

GIRÊ SPÎ

Piştî dabînkirina derfetan Şaredariya Gel a Silûkê dest bi sererastkirina rêyan kir. Her wiha dê kanalîzasyon jî bên sererastkirin. Şaredarî dê rêyan qîr (zîft) bike û nîşanên trafîkê li ser rêyan bi cih bike. Di demên dawîn de gazinên gel li ser rewşa rêyan pir bûbûn.  

Di vê derbarê de hevserokê Şaredariya Gel a Silûkê Elî Denan da zanîn ku pirsgirêkên ku di zivistanê derketin, karê wan asteng kir. Her wiha da zanîn ku pêngava şaredariyê ya yekem e ji vê cureyê, ji ber ku cara yekê ye dê şaredarî bi karekî wiha rabe.

(cu/ew)

ANHA