Mamosteyên herêma Firatê têne perwedekirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîka ji bo asta mamosteyan pêş bikeve dest bi perwedekirina mamosteyan kir.

Mamosteyên herêma Firatê têne perwedekirin
Mamosteyên herêma Firatê têne perwedekirin
Mamosteyên herêma Firatê têne perwedekirin
1 tîrmeh, 2018   13:51

KOBANÊ

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Firatê xebatên perwedekirina mamosteyên  seratayî, navîn û amedehî da destpêkirin. Perwedekirina mamosteyan piştî sala xwendinê ya 2017-2018'an bi dawî bû da destpêkirin. Di perwedeya ku di peymangehan de tê kirin, mamoste li ser rêbazên fêrkirinê têne perwerdekirin.

Xebatên perwedeyê îro dest pê kir û dê 70 rojan dewam bike. Di perwedeyê de dê herî zêde li ser rêbaza mamosteyan were sekinandin.

Çar hezar û 676 mamosteyên ji herêma Firatî têne perwerdekirin, ji wan 2 hezar û 616 mamoste ji Kobanê ne û 600 ji bajaroka Eyn Îsa ne. Li Eyn Îsa 25 mamoste li ser xebatên perwedekirina mamosteyan disekinin.

Sedemê vekirina dewreyê mamosteyan ew ku sîstem û metirîyalên nû ji mamosteyan re werin zelal kirin. Di perwerdeya mamosteyên  seretayî de dê biyolojî, bîrkarî,ziman û pedekojî û mamosteyên beşê navîn dê metiriyal, ziman û pedekojî werin dayîn.

Armanc perwerdeya mamosteyan, perwerde kirina li ser metiriyalê nû û rê û rêbazê perwerde dayînê ye.

Di perwerdeya mamosteyên beşa seretayî de wêneyên ziman, biyolojî, pedekojî û bîrkarî, her wiha di perwerdeya mamosteyên beşa navîn de jî dê metriyal, ziman û pedekojî werin dayîn.

 Endamê Kordînesyona KPC' ê Ridwan Deharo derbarê perwedeyan de got; " Îsal em ê di perwerde yê de herî zêde girîngiyê bidin rê û rêbazê mamosteyan. Her wiha em ê giraniyê bidin çand û exlaq, bi vê yekê jî em karibin pirsgirêkan çareser bikin ji ber ku çand û exlaq bingeha civaka me ye"

Her wiha mamosteya bi navê Îlham Mihemed  beşê Kimiya ku tevlî perwerdeyê bûye got"em îro li vir amide ne ji bo perwerdê ji ber ku mamost bingehê civakê yê herî serekeye û mamoste nifşên nû ava dike."

ANHA