Îsraîlê hejmara tankên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şerê li Sûriyeyê giran bûye, lewma wan tank û cebilxaneyên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kirine.

Îsraîlê hejmara tankên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kir
1 tîrmeh, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku şerê navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar giran bûye û ji ber vê yekê wan jî tank û cebilxaneyên xwe yên li ser sînor zêde kirine.

Di daxuyaniya artêşê de hate ragihandin, ku polîtîkaya Îsraîlê ya 'xwevegirtina ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê' dewam dike.

Artêşê diyar kir, ji ber rewşa li Girên Golanê wan hejmara çek û leşkerên xwe yên li herêmê zêde kirine.