Têkiliyên TEV-DEM: Di navbera me û rêjîmê de ti diyalog çênebûne

Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM'ê got, "Îdîayên danûstandinên me bi rêjîma Sûriyê ne rast in. Em dibînin ku danûstandinên bi armanca ewlehiya Sûriyê bi aliyên Sûrî re tiştekî ne şaş e. Lê em tekez dikin ku heta niha tu diyalogên fermî çênebûne.

Têkiliyên TEV-DEM: Di navbera me û rêjîmê de ti diyalog çênebûne
28 hezîran, 2018   14:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Têkiliyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî îdîayên dibêjin di navbera wan û rêjîma Sûriyê de danûstandinên têne kirin daxuyanî da û destnîşan kir ku ev îdîa ji rastiya xwe dûr in.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Têkoşîna gelê Bakurê Sûriyê ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ber bi armaniyê û avakirina sûriyeke nû, pir reng, demokratîk  ve berdewam e. Gelê me ji destpêkê ve biryara xwe da û nêrîna xwe ya stratîjîk a ji bo çareseriyê anî ziman. Tevahî herêmên me rastî êrîşan hatin, lê li hemberî wan êrîşan jî helwesta me neguherî, me berxwedaniya xwe ya ji bo destxistina mafê xwe nesekinand.

Hewldanên me yên ji bo çareseriya demokratîk bi hemû hêza xwe didome, li rexmî ku gelê me beşa herî mezin a avakirina zemîna diyalog û danasîna riyên çareserkirinê yên demokratîk e, lê dîsan jî pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji danûstandinên çareserkirinê têne dûrxistin, ev yek di civînên Cinêv û yên li pey wê de diyar bû.

Wekî Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM'ê em tekez dikin ku divê gelê bi hemû derfetên xwe ji çareserkirinê bixebitin, danûstandin bingeha xebata gelê me ya ji bo çareserkirinê ye û ji vê yekê bawer e ku esasê pêkanîna çareseriya niştimaî Sûrî- Sûrî ye.

Îdîayên ku belav bûne û dibêjin di navbera me û hikûmeta Şamê de diyalog têne kirin rastiya xwe nîne, heya niha ti diyalogên çênebûne. Siyaset û projeyên me yên çareserkirinê û diyalogan û pêkanîna projeya demokratîk diyar û eşkere ne. Heger ku têkilyên me bi ti aliyan re hebe wê gelê me pê zanibe

Gelê me ji bo xizmeta çareseriya niştimanî ya Sûriyê amade ye, diyalog bi ti aliyan re red nekiriye, lê dema ku durist û ciddî bin. Em dibînin ku xebat bi her aliyekî Sûrî ji çareserî û aramî tiştekî ne şaş e û danûstandinê xeteke rast e. Ya ku niha em diyar bikin ew e ku heya niha tu diyalogên fermî bi ti kesî re pêk nehatiye."

(bb)

ANHA