Soylû li  xwe mikur hat: Min gef li Bûldan xwar

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû qebûl kir ku wî gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xwariye.

Soylû li  xwe mikur hat: Min gef li Bûldan xwar
28 hezîran, 2018   13:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû di serdana Serokatiya Navçeya Esenlerê ya AKP’ê de li xwe mikur hat ku wî bi telefonê gef li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xwariye.

Soylû got ku, wî ferman daye ku ji niha û şûnde bila hevserokên bajaran ên CHP’ê jî tevlî merasîma veşartina leşkeran nebin.

Soylû telefonî Bûldanê kiribû û gef lê xwaribû. Soylû gotibû ku, “Êdî mafê we yê jiyanê tune, hûn diçin ku, biçin.”