Li Derayê hejmara kuştiyan derket 93’yan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di nava 24 saetên dawîn de di encama êrîşên ezmanî yên li ser bajarê Derayê de hejmara kuştiyan derketiye 93'yan.

Li Derayê hejmara kuştiyan derket 93’yan
28 hezîran, 2018   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rêjîmê îro êrîşên xwe li ser gelek herêmên Derayê zêde kirin. Hate diyarkirin ku ji saetên sibê ve zêdetirî 35 êrîşên hewayî li ser bajar hatine kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku êrîş li ser jêrzemînekê li El-Misêfra ya dikeve rojhilatê bajarê Derayê pêk hat. Di encama wê de 17 kes di nav de zarok, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku bi vê yekê re hejmara kuştinan bû zêdetirî 93 kesan.

Ji ber bombebaran û topbarana li ser Derayê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Steffan De Mistura di nava metirsiyan de ye ku li başûrê rojavayê bajar şer derkeve ku ew dever herêmên agirbestê ne.

(bx/ew)