Rêjîma Îranê kolberekî din kuşt

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîş birin ser kolberan û kolberek kuştin, yek jî birîndar kirin.

Rêjîma Îranê kolberekî din kuşt
28 hezîran, 2018   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya RojNewsê, roja 26'ê Hezîranê li rêze çiyayên Qendîl yên derdora bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, pasdarên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan.

Ji ber êrîşê, welatiyê bi navê Şiwane Mehmudzadeyî (25) ku bavê zarokekê bû hate kuştin. Her wiha welatiyê bi navê Nasir Ebdulgulale jî birîndar bû.

ANHA