Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Agirî Zegros a di berxwedana Serdemê de şehîd bû re xwestin.

Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin
Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin
Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin
Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin
Sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Agirî re xwestin
27 hezîran, 2018   12:00

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ku Hevserokê şaxê TEV-DEM'ê ya Kobanê Ehmed Şêxo jî  nav de,  serdana konê sersaxiyê yê ku li li taxa şehîd Serhed a Kobanê hatiye vekirin û sersaxî ji malabatê şehîd Zozan Ibrahîm (Agirî Zegros) re xwestin. Şervana YPJ'ê Agirî di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû.

 Di bin konê sersaxiyê de merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Merasî bi rêzgirtinê destpê kir û paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Izedîn Hemo axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû şehîdên azadiyê re xwest û ev tişt anî ziman: "Dema şoreşa Rojava dest pê kir. Malbata şehîd Agirî mala xwe ji bo tekoşîna azadiyê vekirin û bi hemû hêza xwe di nava tekoşînê de cih girtin. Gelek şehîd ji bo vê axê dan û herî dawî jî keça wan Agirî di Berxwedana Serdemê de gihêşt asta şihadetê."

 Di berdewama merasîma sersaxiyê de bavê şehîd Agirî, Mihemed Ibrahîm axivî û got ku ew bi şahadeta keça xwe serbilinde û dê tekoşîna xwe ya li ser riya şehîdan heta dawiyê bidomîn e. Serdana konê sersaxiyê hîn jî didome.

Şervana YPJ'ê  Zozan Ibrahîm (Agirî Zegros) roja 3'yê adarê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

(şm-sn)

ANHA