Akademiya Jinan dewreyeke nû da destpêkirin

Akademiya Jinan a Sûriyeyê li Tebqayê bi navê Şehîd Sara dewreyeke perwerdeyê vekir.

Akademiya Jinan dewreyeke nû da destpêkirin
Akademiya Jinan dewreyeke nû da destpêkirin
27 hezîran, 2018   12:14

TEBQA

Aakdemiya Jinên Sûriyeyê li bajarê Tebqayê bi beşdariya 20 endaman bi navê Şehîd Sara dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Dewre dê mehekê berdewam bike û di perwerdeyê de wê semînerên li ser girîngiya perwerdê, şerê taybet, netewa demokratîk û zayendparêziyê werin dayîn. 

Her wiha kesên beşdar dê li ser dîroka Sûriyeyê û Bakurê Sûriyeyê, edaleta civakî, desthilatdarî û parastina rewa jî werin perwerdekirin.

Hêjayî gotinê ku piştî vekirina akademiyê bi 6 mehan, çar perwerde hatin bidawîkirin û bi dehan rêveberên ku niha li saziyan dixebitin, ji akademiyê derketin.

(cu/ew)

ANHA