Li Efrînê teqîna sêyemîn: 20 kuştî

Piştî 2 teqînên li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar a li bajarê Efrînê, li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim jî teqînek pêk hat. Di teqînê de derdora 20 kuştî hene.

Li Efrînê teqîna sêyemîn: 20 kuştî
Li Efrînê teqîna sêyemîn: 20 kuştî
27 hezîran, 2018   10:58

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê diyar kir ku kêliyek beriya niha li nêzî Nexweşxaneya Dêrsimê ya Efrînê ku dagirkeriya tirk ji xizmetê derxistibû, teqînek pêk hat. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku teqîn bi erebeyeke bombebarkirî pêk hatiye. Li bajarê Efrînê rewşa awarte heye û hemû rêyên têketina bajar ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve hatine girtin.

Der barê hejmara kuştiyan de jî çavkaniyan got ku di encama teqînê de zêdetirî 20 kuştî û birîndar hene.

Saet di 12.35'an de jî li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar a li bajarê Efrînê 2 teqîn pêk hatin. Di wan teqînan de jî gelek kuştî û birîndar hene. Çavkaniyan destnîşan kir ku ew teqîn bi erebeyeke Van a spî pêk hatiye. Di encamê de erebeyek û 2 motorsîkletên li nêzî bûyerê şewitîn. Her wiha ziyaneke mezin li cihê teqînan pêk hat.

Li aliyê din şevê din di navbera çeteyên Cebhe El-Şamiye û çeteyên El-Mutesim Bilah de şerekî dijwar rûda û heta derengiya şevê dewam kir. Heta niha tu aliyan teqînên li bajarê Efrînê negirtine ser xwe.

ANHA