Rêjîmê êrîşên xwe dijwar dike û Rûsya mirina 'kêmpevçûnan' radigihîne

Topbaran û êrîşên ezmanî ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsyayê ve li dijî bajarokên gundewarê Deraayê berdewam dikin. Rûsya jî mirina herêmên kêmpevçûn li başûrê Sûriyeyê ragihand.

Rêjîmê êrîşên xwe dijwar dike û Rûsya mirina 'kêmpevçûnan' radigihîne
27 hezîran, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku topbaran û êrîşên ezmanî ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsyayê ve bi helîkopteran li dijî gundewarê Deraayê berdewam dikin. Hêzên rêjîmê herêmên bajaroka El-Sora û herêmên bajaroka Seyda yên rojhilatê Deraayê topbaran kirin.

Li gorî Navendê her wiha bajarokên Newa, Etbeh, El-Sora û Enedan hatine topbaran kirin û di encamê de herî kêm 8 kes hatine kuştin û ji ber rewşa dijwar a gelek birîndaran dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Navendê diyar kir ku bêtirî 40 kes li gundewarê Deraayê ji destpêka hemleya leşkerî ya rêjîmê li başûrê Sûriyeyê hatine kuştin.

Hêzên rêjîmê jî ragihand ku dest bi amadekirina şer kiriye û yekîneyên leşkerî li aliyê başûr û rojhilatê bajarê Deraayê pêşve diçin. Hêzên rêjîmê ji bo rêgirtina li pêşiya alîkariyên bi komên terorîst re li herêma di navbera riya El-Sed û Deraa de ber bi sînorên Urdunê ve dixebite.

Li aliyekî din baregeha "Himêmîm" li ser rûpela xwe ya Facebook'ê ragihand ku dema kêmpevçûnan li başûrê Sûriyeyê bi dawî bûye piştî ku komên radîkal û komên çekdar ên ne rewa hevpeyman binpê kirin û li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê tevdigerin.