Mijarên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser operasyona rêjîma Sûriyeyê ya li başûrê Sûriyeyê û got ku bi vê yekê re ittîfaqa Amerîka, Rûsya û Urdinê ya herêmên kêmkirina şer binerd kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser aloziya Iraq, Yemen û Filistînê jî.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban
27 hezîran, 2018   07:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban îro jî der barê rewşa Sûriyeyê de gelek mijarên girîng kirin rojev. Rojnameyan rewşa başûrê Sûriyeyê, her wiha çembera li ser Deraa û Idlibê bi nivîs û manşetên cuda anî ziman. Rojnameyan di rûpelên xwe de her wiha şerê li Yemen, xwepêşandanên li Îranê, kêşeya avakirina hikumetê li Lubnan û Iraqê jî wek mijarên sereke nirxandin.

Sûriye

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê opersyona berfireh a hêzên rêjîmê ya li başûrê Sûriyeyê de sernavê "Rêjîma Esed ji bo bigihîje sînorê Urdinê êrîşeke berfireh pêk anî… Rewşa 750 sivîlan di metirsiyê de ye" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewset jî der barê mijarê de sernavê "Hêzên rêjîmê amadekariya êrîşa bejahî ya li dijî destpêka şoreşê dikin" avêt. Rojnameya El-Ereb jî li ser heman mijarê sernavê "Pêşketina Artêşa Sûriyeyê ya li Başûr, opozîsyonê mecbûr dike ku bi Rûsyayê re danûstandinan bike", rojnameya El-Heyat jî li ser mijarê sernavê "Şam, êrîşa bejahî ya li dijî Dera dest pê kir û Rûsya ji bo herêmên kêmkirina şer sersaxiyê dixwaze" avêt.

Rojnameya El-Heyat di nivîsa xwe de ev tişt got: "Duh tundiya li başûrê Sûriyeyê zêde bû. Ev di êvara ku dê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton a Moskovê pêk hat. Rûsya jî itîfaqa başûr a herêmên kêmkirina şer piştî salekê ku di encama itîfaqa di navbera Rûsya, Amerîka û Urdinê de pêk hatbû, wek binerdkirî ragihand. Rêjîma Sûriyeyê ji daxuyaniyên Rûsya qezenc kir  û hemleya xwe ya bejahî ber bi Deraa ve da destpêkirin. Di heman demê de hêzên rêjîmê li rojhilatê Deraa ber bi deriyê sînor ê di navbera Sûriyeyê û Urdinê El-Nesîb de pêş ket. Di heman demê de NY der barê rewşa başûr de tekez kir ku 45 hezar welatiyên Sûriyeyê ber bi sînorê Urdinê ve koçber bûne û tê payîn ku hejmar zêdetir bibe. Urdin jî girtina sînorê xwe didomîne."

Der barê rewşa Deraa û Idlibê de rojnameya El-Şerq El-Ewset sernavê "NY: Deraa û Idlibê di bin kefa çemberê de ne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku serokê Komîteya Lêpirsîna der barê Sûriyeyê ya NY Paulo Pinheiro duh (sêşem) hişyarî da ku ihtîmala ku bajarên Idlib û Deraa bikevin çemberê heye. Wekî ku çawa beriya niha li herêmên din ên Sûriyeyê pêk hatiye. Rojnameyê nivîsa xwe wiha dom kir: "Li gorî ajansa Reutersê di raporeke xwe ku duh ji Cinêvê amade kir, Paulo Pinheiro ji Cinêvê diaxivî û girîngtirîn raporên der barê Sûriyeyê de radighandin."  

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Şerq El-Ewset sernavê "Perlemana Iraqê beriya dema wê xilas bibe, hewl dide dema xwe dirêj bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku parlamentoya Iraqê beriya dema wê ya piştî hilbijartinan xilas bibe, (Roja şemiyê dema wê xilas dibe) hewl dide dema xwe zêde bike, tê payîn ku parlament civîna xwe ya awerte sibe li dar bixe da ku pêşniyarê bixe dengdanê."

Rojnameya El-Erebî jî der barê mijarê de sernavê “El-Malikî kaxezan tevlihev dike da ku bi nakokiya di navbera parlamento û dadgehê de ji tenatiya xwe derkeve" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku Koalîsyona Dewleta Qanûnan ku Nûrî El-Malikî serkêşiya wê dike helw dide mijarên siyasî tevlihev bike, bi vê yekê jî nerazîbûna xwe ya beranberî tenêhiştina wan a ji hin aliyan ve nîşan da.

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lubnan: avakirina hikumetê li pêşiya astengiyên para serok û nûnertiya xiristiyanî". Rojnameyê diyar kir ku dosya avakirina hikumeta Lubnanê vegeriya xala destpêkê, piştî ku girêkeke nû li pêşiya serokê erkdar Seed El-Herîrî derket, ew jî girêdayî hewldana mezinkirina para serokkomar Mîşêl Ewn a wezaretan e û vegera Şepêla El-Wetenî El-Hur û serokê wê Cibran Basîl a nerazîbûna li hemberî radestkirina bêtirî sê paran ji "Hêzên Lubnanî" re, ev jî rastî nerazîbûneke hişk a El-Herîrî hat ku mercên kevn û nû datîne pêşiya xwe. Hin çavkaniyan diyar kir ku tiştê aşkera girêdayî hikumetê ye û tişta veşartî girêdayî şerê serokkomariyê yê  nû ye.

Aloziya Îranê

Girêdayî mijar û xwepêşandanên li Îranê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Sozên Rûhanî hêrsa gelê Îranê naşikîne". Rojnameyê diyar kir ku serokê Îranê Hesen Rûhanî soz da gelê xwe ku dê aloziyên aborî yên ku ji ber cezayên Amerîkayê yên nû pêk hatine, çareser bike.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavdêr bawer dikin ku Rûhanî di ser rewşa kûr a xemgîniyê re gav dike û îraniyan bi polîtîkayên aboriyê heyî dilaram dike. Her wiha armanca piştrastkirinê ew e ku cezayên nû yên ji ber destwerdanên Tehranê di derdora xwe ya herêmî de û alîkariya bi milîsan re bê bandor in. Nemaze gelek daxwaz tên kirin ku aboriya welat di çareserkirina aloziyên welatiyên Îranê de bêne xerc kirin. Ajansa Nûçeyan a Faris ragihand ku beşên ji herêma Bazar a Tehranê di roja duyemîn de nerazîbûna xwe nîşan didin û xwepêşandêran dirûşmên li dijî hikumetê li kolanên derdorê qîriyan.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziyên Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith li Edenê pêkanîna plana El-Hudeyda gotûbêj dike". Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Derfeta aştiyê ya dawî li paş toza şerê El-Hudeyda diyar dibe". Rojnameyê diyar kir ku Koalîsyona Erebî ku alîkariya artêşa Yemenê dike ku niha hemleyeke leşkerî li dijî hûsiyan li bajarê El-Hudeyda dimeşîne, dîsa jî derî li pêşiya çareseriya aştiyane vekirî dihêle û vekişandina milîsên hûsiyan mercan datîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku li rex pêşketinên şerê El-Hudeyda û serweriya koalîsyonê û hêzên Yemenê ku alîkariya xwe ji wê werdigirin, çareseriya radestkirina bajêr derfeteke rasteqîn a aştiyê peyda dike û dibe ku ev derfeta dawîn be.

Filistîn

Girêdayî mijrarên Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Filistînê careke din 'girêdesta sedsalê' red dike û dibêje ku ev 'girêdesta Xazeyê' ye". Rojnameya El-Heyat jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Filistînê li gel parçebûnê pêkanîna qanûna sereke ya girêdayî serokatiya Ebbas red dike.”

Rojnameyê diyar kir ku rayedarên mezin ên hikumeta Filistînê û tevgera Fetih û rêxistina Rizgariyê daxuyaniyên serokê Meclisa Zagonsaz a Filistînê Ezîz El-Diwêk (ê ji Tevgera Hemas) banga pêkanîna qanûna sereke ya hikumetê kir, eger paya serok vala ma. Li gorî qanûnê serokê Meclisa Zagonsaz di vê rewşê de du mehan cihê serok digire û di van du mehan de hilbijartinên giştî yên serokatiyê tên lidarxistin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku El-Diwêk gotiye ku qanûn û destûrê Filistînê zelal in û li gorî wê eger serok nikaribe bi erkên xwe rabe, yan di bin çi mercê de ne amade be, li gorî qanûnê serokê Meclisa Zagonsaz cihê wî digire û wiha daye diyarkirin: "Ez niha serokê Meclisa Zagonsaz im û di encamê de ez yan kesekî din payeya serokatiyê wergirin."