Zîlan li Ermenistanê hate bibîranîn

Li gundê Riyateze yê herêma Elegezê ya Ermenistanê endama PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) hate bibîranîn.

Zîlan li Ermenistanê hate bibîranîn
26 hezîran, 2018   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn ji bo bibîranîna endama PKK’ê Zeynep Kinaci hate kirin ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî pêk anîbû.

Medya Garzan di civînê de axivî û diyar kir ku Zîlan ji bo tevgera azadiyê ya kurdan û ji bo têkoşîna jinan manîfesto ye.

Garzan diyar kir ku serkeftina tevgera azadiyê ya li ser xeta jinan ji bo hemû jinên Kurdistan û jinên cîhanê ronahiyeke nû ye. Garzan gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Zîlan xeta jiyana azad e û ev xet li dijî koletî û bêhevîtiyê tê dikoşe. Li ser esasê vê xetê gelê kurd ji bo hemû têkoşînên azadiyê yên li cîhanê, mînakeke mezin e.”