Hêzên rejîmê Besir El-Herîr û El-Milêha dîsa xistin bin serweriya xwe de

Rejîma Sûriyê, li herêma Derayê du jîgehên di dest komên çekdar de ji wan stand, dorpêça li rojhilatê bakur temam kir.

Hêzên rejîmê Besir El-Herîr û El-Milêha dîsa xistin bin serweriya xwe de
26 hezîran, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê ev heftiyeke rojhilatê Derayê pir zêde bombe dike. Ev herêma li başûrê welêt, li platoya Golanê û li ser sînor e, ku di bin dagirkeriya Urdun û Israîlê de ye.

Hêzên rejîmê Sêşemê Bars el Harîr û Mlîhat el Ataş ku cîranê hev in, standin û qadên li rojhilatê Derayê yên di dest komên çekdar de dabeş kir.

Li gorî çavdêrê Sûriyê yê mafê mirovan got ku pêşketina herî girîng a rejîmê ya vê heftiyê û rojhilatê bakur bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Hate gotin ku balfirên hewayî yên Rûsyayê jî herêma rojhilat a Derayê bombe û topbaran dike.

Tê gotin Amerîkayê pişta xwe daye komên çekdar ên li herêmê, ku berê alîkarî bi wan re dikir. Heftiya bihurî berpirsekî koma çekdar gotibû heke rejim operasyonekê bi ser wan de bîne DYA wê alîkariyê bi wan re neke.