Eniya Nîştîmanî dagirkeriya Tirk xist rojeva UNAMI

Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê îro bi armanca bi dawî hatina dagirkeriya Tirk li ser axa Iraq û Başûrê Kurdistanê serdana ofîsa nûnertiya UNAMI ya li Silêmaniyê kir û daxwaznameyek di vê derbarê de pêşkêş kir.

Eniya Nîştîmanî dagirkeriya Tirk xist rojeva UNAMI
24 hezîran, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Nîştîmanî ya Li Dijî Dagirkeriyê bi armanca bi dawî anîna êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê îro serdana ofîsa UNAMI (NY-Iraq) kir. Eniya Nîştîmanî li avahiya Walîtiya Silêmanî saet 11.00’an de li ofîsa UNAMI hevdîtinek kurt pêkanî û piştî daxwazname radest kirin têkildarî hevdîtinê û naveroka daxwaznameyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Eniya Nîştîmanî li Ofîsa UNAMI naveroka daxwaznameya ku teslîm kirine eşkere kir. Eniyê ragihand ku ji ber dewleta Tirk bi awayeke eşkere êrîşê Iraq û Başûrê Kurdistanê dike, wan ji UNAMI xwestine ku erka xwe pêk bîne.

Eniya Nîştîmanî di daxwaznameyê de îşaret bi hebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê jî dike û dibêje, “Baregehên Tirkiye yên li Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser herêmê çêdike. Pêwîste dewleta Tirk rêz li serweriya Iraqê bigire.”

Di daxwaznameyê de ji hemû derdorên demoktîk, azadîxwaz û bi taybet jî ji Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî tê xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka herêmê rawestin û erka xwe pêk bînin.

Banga li Konseya Ewlekariyê

Di beşa dawî ya daxwaznameyê de bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî tê kirin ku bi taybet ji bo derxistina leşkerên biyanî yên weke Tirkiye kom bibe û her wiha zext li hikûmeta navendî ya Iraqê jî bike ku berpirsyarî û erka xwe ya di vê mijarê de pêk bîne.

Nûnerê UNAMI jî şandeya Eniya Nîştîmanî re got ku ewê vê daxwaznameyan wan bigihîne aliyên peywendîdar.