Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Li Tebqayê bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdulcelîl El-Hilal ( Ebû Xewla) li goristana Şehîdan a Herêma Ayid hate oxikirin.

Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîd Ebû Xewla bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
23 hezîran, 2018   17:02

TEBQA

Sedan şeniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ebû Xewla ji nexweşxaneya Niştîmanî ya Tebqayê girtin û bi kerwaneke bi heybet birin goristana Şehîdan a herêma Ayid.

Merasîm bi turenk leşkerî dest pê kir.

Piştre gelek axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclîsa Dadgehê ya Tebqayê Ebdulrehman El-Ferac axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya şehîdan herêm ji DAI'Şê rizgar bûn û jiyaneke bi ewle bûye.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan endama rêveber Yasmîn Mihemed axivî û got:" şehîd ji bo jiyaneke bi rûmet û azad canê xwe feda kir lewra şehîd ronahiya jiyana me ne".

Ji aliyê xwe ve fermendarê QSD'ê Omîd Gabar behsa jiyana şehîd Ebû Xewla û rola wî di şerên li hember DAIŞ'ê kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Saziya Malbatên Şahîdan Fatme Mihemed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbat şehîd kir.

Girseya gel cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA