Di rojnameyên ereban de îro çi heye?

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de bal kişand ser hemleya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê ku li başûr daye destpêkirin, her wiha daxwaza sekreterê giştî yê NY'yê ya bidawîkirina aloziya li herêmê, serdana şandeya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê ji Yemenê re. Rojnameyan her wiha hilbijartinên Tirkiyeyê, rewşa Lubnan, Yemen û Iraqê jî wek rojevên sereke dîtin.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye?
23 hezîran, 2018   08:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de rewşa li Sûriyeyê wek mijarek sereke dît. Rojnameyan bal kişand ser aloziya başûrê Sûriyeyê û serdana şandeya Koalîsyona Navdewletî ya ji Minbicê re. Di rojnameyan de her wiha hilbijartinên Tirkiyeyê, aloziya li Yemen, Iraq, Lubnan û Filistînê jî hatin rojevkirin.

Sûriye

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê mijarê de sernavê "Rejîm li Dera hêza xwe ya leşkerî bi pêş dixe û gundên wê bi 15 bermîlan bombebaran dike" avêt. Rojnameya El-Heyat jî got ku "Guterich daxwaza rawestandina tundiya leşkerî ya başûrê Sûriyeyê kir".

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterich ê bi navê Stefan Dujarric duh êvarê (înê) banga rawestandina tundiya leşkerî ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê kir û wiha dom kir: "Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser herêmên opozisyonê zêde kir, Dujarric der barê mijarê de di daxuyaniyekê de got ku êrîşên rejîmê bû sedama ku bi hezaran welatiyên sivîl berê xwe bidin sînorê Urdinê. Sekreterê NY’yê jî der barê mijarê de bi fikar e, bi taybet ji êrîşên ku metirsiyê li ser ewlehiya herêmê pêk tîne."

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Esed li Derayê cidiyeta tehdîdên Washingtonê diceribîne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku serokê Sûriyeyê Beşar Esad mijûlbûna civaka navdewletî bi pêkanîna destkeftiyan li başûrê Sûriyeyê qezenc kir û wiha dom kir: "Wiha peymana herêmên kêm aloziyan ku bi sponsoriya Amerîkayê pêk hate kirin, şikand. Di heman demê de ji bêdengiya Urdinê ya der barê mijarê de û daxwaza wê ya pêşxistina çareseriya siyasî qezenc kir."

Tirk derbasî Minbicê nabin

Girêdayî mijar û gengeşeyên bajarê Minbicê û îdiayên Tirkiyeyê ku derbasî wê bûye, rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeya Amerîkayê li Minbicê: Em ê li vir bimînin û Tirkiye derbasî bajêr nabe". Rojnameyê diyar kir ku di gaveke berbiçav de şandeyeke leşkerî ya Amerîkayê ya di nava koalîsyona navneteweyî de di çarşema borî de serdana bajarê Minbicê kir ku Washingtonê û Tirkiyeyê girêdayî wê nexşerêyek îmze kiriye. Şande di nava kolanên bajêr û bazarên wê re geriya û hevdîtinên xwe bi welatiyan, rayedarên Mecisa Leşkerî ya Minbicê re pêk anîn. Şandeyê piştrast kir ku dê li Minbicê bimînin û hêzên Tirkiyeyê derbasî bajêr nabin. Ev yek jî berovajî gelek daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê ye.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku di nava şandeya Amerîkayê de fermandarê fermandariya navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn General James Gerard jî hebû. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku rayedarên leşkerî yên Amerîkayê piştrast kir ku Minbic li hemberî tu aliyan nemetirsiyek e û aliyên ku ew ji rêxistina DAIŞ'ê rizgar kirine dê tê de bimînin. Her wiha soz da ku dê alîkariya xwe bi bajêr re û hêzên wê yên leşkerî re ku serweriya xwe li bajêr dike, berdewam bikin.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat gotareke xwe wiha bi nav kir: "Biryara dadgeha federal a Iraqê 'bloka mezintirîn' tevlihev kir". Rojnameyê  diyar kir ku parlemana Iraqê dê karê xwe berdewam bike heta ku encamên hilbijartinan derdikevin, nemaze piştî erêkirina dadgeha federal a sêyemîn guhertina qanûn hilbijartinan û li gorî wê veqetandina dengan dê bi destan li şûna elektronîk pêk were. Ev biryara ku dadgeha federal derxistiye hevbendiyên ji bo avakirina bloka herî mezin tevlihev kir ku endamekî xwe wek namzetê serokwezîrê hikumetê pêşniyar dike.

Komîteya wergirtina rastiyan piştî veqetandina dengan bi destan, gelek guhertinan di encaman de guman dike

Rojnameya El-Heyat girêdayî heman mijarê manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Komîteya wergirtina rastiyan piştî veqetandina dengan bi destan gelek guhertinan di encaman de guman dike". Rojnameyê diyar kir ku Komîteya Wergirtina Rastiyan diyar kir ku gelek guhertin di encamên hilbijartinan de piştî ji nû ve veqetandina dengan bi destan, pêk hatine. Bloka Saîrûn a bi serokatiya Muqteda El-Sedr diyar kir ku ew bi biryara dadgeha federal ne razî ye. Nemaze şikandinên ji bo sêyemîn guhertina qanûna hilbijartinan pêşkêşî wê hatine kirin ku di encamê de bêdestûriya betalkirina hilbijartinan piştrast kir.

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Lubnanê li ser agir e û Herîrî guman dike di demeke lezgîn de ava bibe". Rojnameyê diyar kir ku serokê erkdar Seed El-Herîrî careke din motorên avakirina hikumetê dane xebitandin, piştî ku ji betlaneya cejna Remezanê vegeriya ku li Siûdiyê bû. Her wiha peywendî û hevdîtinên di van saetên borî de hişt ku gelek astengî bêne rakirin. El-Herîrî encamên şêwirên xwe yên bi aliyan re ji serokê komarê Mîşêl Ewn re ragihandin û guman kir ku şêwirên wî di demeke nêz de bi dawî bibin û hikumetê ava bikin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku atmosfer di van rojan de erênî nîşan dibin û bi xwe re mizgîniya avakirina hikumeteke nû tîne. Hin çavkaniyên ji El-Herîrî ve nêz ji Şerq El-Ewsat re ragihand ku reşiknameya avakirina hikumetê êdî gelekî nêzîk bûye.

Hilbijartinên Tirkiyeyê

Girêdayî mijarên hilbijartinên Tirkiyeyê ku dê sibê bêne lidarxistin, rojnameya El-Ereb gotareke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo xilasbûna ji Erdogan hilbijartinên sibê derfeta dawî li pêşiya opozîsyona Tirkiyeyê ye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo derbasî toreya lêvegerê nebe tê dikoşe û diyar dibe ku Erdogan di rewşeke herî lawaz de ye.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku di qonaxa yekemîn de piştî îlankirina hilbijartinên pêşwext ku li rex wê dê hilbijartinên parlemanê jî bêne lidarxistin, Erdogan hewl da ji parçebûna dîrokî ya opozîsyonê sûd wergire û her tim di berjewendiya Erdogan û partiya wî AKP'ê de bû. Vê yekê hişt ku piraniya dengan jê re mîsoger bibe, lê diyar e gumanên Erdogan şaş in. Niha bi tena xwe li hemberî giştî neteweya Tirkiyeyê ji bilî Partiya Tevgera Neteweperest a bi serokatiya Devlet Bahçelî diyar dibe.

Yemen

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameyan behsa şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa Yemenê û koma Ensarullah El-Hûsî kir, nemaze serweriya li ser bajarê El-Hudeyda. Rojnameya Şerq El-Ewsat di vê çarçoveyê de nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Têkşikandinên hûsiyan.. û artêşa Yemenê li gelek eniyan pêşve diçe". Rojnameya El-Ereb jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Zextên leşkerî hûsî ber bi însiyatîfa Griffith ve vegerandin".

Rojnameyê diyar kir ku şerê vegerandina balafirgeha El-Hudeyda hemû hesabên hûsiyan hilweşandin. Hûsiyan navbeynkariya navneteweyî xwest da ku rêveberiya bendera bajêr pêk bînin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku li gorî raporan hûsiyan ji şandeya navneteweyî re gotiye ku ew razî ne NY rêveberiya bendera bajarê El-Hudeyda bike. Her wiha destnîşan kir ku Griffith dê di van rojên bê de toreyeke nû ya danûstandinan li herêmê pêk bîne û di nava toreyê de serdana Riyadê jî heye û dibe ku careke din vegere Senha û lêhûrbûnên plana bidawîkirina şerê li El-Hudeyda gotûbêj bike.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filestînê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Agahiyên girêdayî 'girêdesta sedsalê' beriya Kushner li Îsraîlê". Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahu bi şêwirmendên mezin ên serokê Amerîkayê re û zavayê wî Jared Kushner û şandeyê çalakiya aştiyê Jason Greenblatt re girêdyaî çalakiya aştiyê û alîkariya mirovahî li Xezayê danûstandin kirine . li aliyekî din li gorî hin agahiyan di korîdorên Koçka Spî de yên girêdayî "girêdesta sedsalê" guman e di demeke nêzîk de lihevhatineke der barê aloziya Filistînî – Îsraîlê de pêk were. Her wiha dibe ku Îsraîl ji hin bajarokên Qudsê vekişe û dê di taxên kevnar ên bajêr de bimîne.