Meclîsa Leşkerî ya Minbic têkildarî hevdîtina bi Koalisyona Navnetewî re daxuyanî da

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di hevdîtina xwe ya li gel şandeya Koalisyona Navnetewî anîn ziman ku ew ê Minbic li hemberî hemû êrîşên derve biparêzin. 

Meclîsa Leşkerî ya Minbic têkildarî hevdîtina bi Koalisyona Navnetewî re daxuyanî da
22 hezîran, 2018   18:35

MINBIC

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li ser malpera xwe belav kiribûn wiha ye:

˝Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 21`ê hezîranê 2018`an şandeya Koalisyona Navnetewî pêşwazî kir. Şande ji Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka Joseph Fotill, Fermandarê Hêzên Amerîkî yên taybet li Sûriyê û Iraqê Jamie Gerard û Cîgerê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jean Rudd û hinekên dîtir pêkdihat. Berî ku em li hevdû bicivin, şande li bajar geriya û li bazara Minbicê û kolanên wê rewşa Minbicê ji şêniyên wê pirsîn. Piştre em li hevdû civiyan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî tevlî civînê bûn. Civîn ji raghandinê re girtî bû.

Di civînê de şandeyê têkildarî rewşa Minbic, aramî û ewlehiya wê razîbûna xwe anî ziman û anîn ziman ku Rêveberiya Sivîl piştî rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ`ê di parastina Minbic de biserkeftî ye. Her wiha ew ê ji bo parastina Minbicê û destek dayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Minbicê bimînin.

Di hevdîtinê de hat gotin ku dê dewriyên leşkerî yên wan ji aliyê Cerablus ve li xeta Sacûr bimînin û dewriyên leşkerî yên Koalisyona Navnetewî jî ji aliyê başûr ve ku di bin serweriya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye bimînin, da ku Tirkiyê êrîşî Minbicê neke.

Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Minbicê jî di hevdîtinê de anîn ziman ku dewleta Tirk nikare gel bi wan daxuyaniyên xwe bixapîne û dizanin ku tenê hedefa Tirkiyê dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê careke dîtir dibêjin ku em ê riya cangoriyên xwe bişopînin em ê li ser soza xwe ya parastina Minbicê bin˝.

(np)