Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin, di merasîmê de şervana YPJ‘ê Hediye Hesen (Cûdî Rojava) yak u 3‘ê Nîsanê di Berxwedana Efrînê de li navçeya Racoyê şehîd bû di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, hat bîranîn.

Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
Bi hezaran fermandarê YPG‘ê Mahîr Çiya oxir kirin û Cûdî Rojava bîranîn
22 hezîran, 2018   18:22

QAMIŞLO

Bi hezaran cenazeyê fermandarê YPG‘ê Abdullah Îlhan (Mahîr Çiya) yê ku 17‘ê Hezîranê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bubû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê. Griseya gel wêneyên şehîd, alên YPG, YPJ û QSD‘ê hilda bûn û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Ji fermandarên YPG‘ê Bedran Dêrik axivî û got,  "Dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ye, ne tenê dijminê gelê Kurd e. Li ser vê yekê divê asta têkoşînê li hemberî dagirkeriyê bilind bibe."

Bedran Dêrik, soza şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirin tevahî Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan û pêkanîna armancên şehîdan da.

Di merasîmê de, Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat rola şehîdan a parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê destnîşan kir û got ku berxwedana Rojava ta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê wê berdewam bike."

Kenan Berekat, di berdewama axaftinên xwe de, bal kişand ser Konferansa Rizgarkirina Efrînê û got, "Efrîn ji dagirkeran wê rizgar bibe, em gavekê pêş de naçin, ji ber ku rizgarkirina Efrînê gaveke ber bi çareserkirina aloziya Sûriye ye."

Bi navê malbata şehîd Mahîr,Birûsk Hesekê axivî û soza şopandina xeta birayê xwe dan.

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ya Mahîr û Cûdî Rojava hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(bb)

ANHA