Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin

Komîteya Şopandina Dibistanan a navçeya Til Hemîsê yê girêdayî Kantona Qamişlo, bi armanca xurtkirina şarezayên mamosteyan li 3'ê navendan dewreyên perwerdê vekir.

Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
Mamosteyên Til Hemîsê ji bo sala perwerdê ya nû xwe amade dikin
21 hezîran, 2018   07:43

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Dewreyên perwerdê di 18'ê vê mehê li 3'ê navendan (Dibistana amadehî ya Til Hemîsê, navenda Şehîd Devrim û navenda dibistana Mehmûd El-Dehas) dest pê kiri bû.

Ji ber hejmara mamosteyên seretayî zêde bû, komîteyê mamosteyan li du navendan belav bikin, Navenda dibistana Mehmûd El-Dehas 320 mamoste, navenda dibistana amadehî ya Til Hemîsê 230 mamoste, her wiha navende Şehîd Devrim 200 mamosteyên Biranşan ên asta navîn û amadehî.

Dewreyên perwerdê ji aliyê mamosteyên ku di babtên ( Zimanê Erebî, zanyarî, Fîziya, Kîmya, Bîrkarî, Dîrok û Erdingarî) de pispor in tên dayîn.

 Perwerde wê heta 2 mehan berdewam bike.

Bernameya perwerdê ya rojane wiha ye: şêwazên wanedayînê 2 demjimêr, demê mayî waneyên (Zimanê Erebî, bîrkarî û zanyarî) tên dayîn.

Mamosteyê Zimanê Erebî Mihemed Ubeyd El-Selûmî got:" perwerdeya îsal ji sala borî baştir dimeşe. Mamoste û kadroyên dewreyê ji bo serxistina projeya perwerdê di nav havkariyê de ne."

Her wiha mamoste Casim Hemed hêviya sûdgirtinê ji dewreyan ji mamosteyan re xwest.

Mamoste Ehmed El-Fetah rêveberê navenda dibisitana amadehî ya Til Hemîsê got:" hemî mamoste û mamosteyên biranşan bi dilxwazî û bi rihê berpirsyariyê tevlî prosesa perwerdê ya îsal dibin. Em ê navenda xwe li ser bingeha biratî, têgihîştin û exlaqê ava bikin."

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Komîteya Şopandina Dibistanan a navçeya Til Hemîsê Xelîl Osman destnîşan kir ku piştî dabeşkirina îdarî ya herêmê ya nû hejmara dibistanên seretayî li herêmê bû 136 û yên navîn 29 dibistanî. Her wiha wê îsal 9 dibistanên amadehî tevlî projeya perwerdê ya Rêveberiya Xweser bibe.

(şx)

ANHA