30 endamên hêzên ewlehiyê yên Afganistanê hatin kuştin

Tevgera Talîban kemînek li dijî hêzên ewlehiyê yên Afganistanê di saetên berbangê yên roja çarşemê de danî û di encamê de 30 endamên hêzên ewlehiyê yên Afganistanê di yekemîn êrîşa piştî agirbestê de hatin kuştin.

30 endamên hêzên ewlehiyê yên Afganistanê hatin kuştin
20 hezîran, 2018   08:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê Tevgera Talîban li nêzî bendeke kontrolê ya hêzên ewlehiyê ya Afganistanê li rojavayê welat îro di saetên berbangê de kemînek danî. Di encamê de 30 endamên hêzên ewlehiyê yên Afganistanê di yekemîn êrîşa piştî agirbestê de hatin kuştin.

Tevgera Talîban beriya niha jî dirêjkirina dema agirbestê bi hêzên Afganistanê re red kir û ragihand ku dê şer berdewam bike.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid duh ji ajansa nûçeyan a AFP'ê re diyar kir ku agirbest îşev bi dawî dibe.

Serokê Afganistanê Eşref Xenî di roja şemiyê de dirêjkirina dema agirbestê ragihand û ji tevgera Talîban xwest ku heman gavê biavêje. Xenî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê dê di rewşa parastinê de bimînin.