Di rojeva rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişand ser civîna ku ji bo nîqaşkirina destûrê hate lidarxistin û diyar kir ku di vê mijarê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî  derket, her wiha rojnameyan destnîşan kir ku Erdogan koçberên Sûriyê di hilbijartinan de ji bo xwe bikar tîne. Rojnameyan her wiha bal kişand ser rewşa li Iraq, Yemen û Filistînê jî.

Di rojeva rojnameyên ereban de îro
20 hezîran, 2018   07:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de rewşa li Sûriyeyê wek mijara sereke dît. Rojnameyan her wiha di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser aloziyên li Yemen, Filistîn û Iraqê jî.

Sûriyê

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa li Sûriyeyê de sernavê "Rejîma Sûriyeyê komên çekdar hişyar dike" avêt. Rojnameya El-Erebî jî sernavê "Danûstandinên Rûsya-Îsraîlê bi gefên şerê li başûrê Sûriyeyê re rast tên." avêt.

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî sernavê "Başûrê Sûriyeyê agirê gur e… Ji kêmkirina şer ber bi meydana şer ve" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku çavkaniyên xwedî agahî destnîşan kir ku qonaxa siyasî bi alavên şer tê diyarkirin û wiha dom kir: "Di heman demê de şopdarên rewşa Sûriyeyê diyar kir ku tundiya li başûrê Sûriyeyê bi rêveberiya rejîma Sûriyeyê, Îran û Hizb El-Ah tê meşandin. Di heman demê de li ser pêşeroja Sûriyeyê Rûsya li gorî hevkariya bi Îsraîlê re tev digere. Bi taybet der barê bûyera ku dibe derkeve û bandorê li pevçûnên li başûrê Sûriyeyê bike. Her aliyekî şer li benda aliyê din e ku dest pê bike."

Nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê

Rojnameya El-Heyat der barê civîna ku di navbera nûnerê NY’yê yê Sûriyeyê Steffan de Mistura bi dewletên ku bi welatên navê mîsogerkar li xwe dikin û der barê mijarê de sernavê "Îtifaqa Tirkiye-Rûsya li ser Til Rifet û nakokiyên wan avakirina komîteya destûrê asteng dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku belavkirina parên opozisyonê di komîteya destûrê de û nûnertiya kurdan di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî derxist û wiha dom kir: "Ji ber vê yekê wê di mijara diyarkirina komîteya destûrê 2 civînan di hefteyên pêş de li dar bixe. Civîna yekem dê di navbera wan de pêk were û ya duyemîn jî di navbera wan û Rûsyayê de pêk were."

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku Ajansa Nifostî ya Rûsyayê li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk ku danûstandinan dişopîne, tekez kir ku li ser lîsteyên komîteyên destûrê nakokî hene û wiha dom kir: "Aliyê Rûsî bi israr dixwaze encamên civîna Soçiyê esas bigire, di heman demê de dewleta tirk destê xwe danî ser para opozisyonê. Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Alexander Lafrntyvg  jî got ku kurd wê di şandeyên hikumetê û opozisyonê de cih bigirin. Ev jî dibe ku aliyê Tirkiyeyê aciz bike û wiha dom kir: “Qebûl nekir ku kurdan wekî alîgirên Tirkiyeyê û rejîmê binav bike, anî jî ên nêzî PYD yan YPG'yê yên bi çavekî neyînî li Tirkiyeyê dinêrin. Dê nûnerên kurdan di hemû rewşan de hebin."

Erdogan koçberên Sûriyeyê di hilbijartinan de bi kar tîne

Rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de diyar kir ku Erdogan dixwaze ji koçberên Sûriyê yên nasname da wan sûd werbigire û di hilbijartinan de wan bikar bîne. Rojanemyê derbaêr mijarê de sernavê "Erdogan dixwaze koçberên Sûriyê di hilbijartinan de bikar bîne" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Bin Elî Yildirim roja sêşemê ragîhandin ku dê 30 hezar koçberên Sûriyê yên nasnameyên Tirkiyeyê wergirtine di hilbiajrtinan de denê xwe bikar bîn in û wiha dom kir: "Tenê çend roj ji bo hilbijartinan maye. Ev gava wan piştî biryara Serokê Tirkiyeyê ya dayîna bi hezaran welatiyên Sûriyê nasnameyan pêk hatiye. Vê yekê jî di Tirkiyeyê de gelek nîqaşên mezin derxist holê. Opozisyona Tikriyê Erdogan bi bikaranîna êşa kesên ji ber şerê li Sûriyê reviyane ji bo pêkanîna siyasetên xwe û hilbijartinan de bikar bîne. Hêzên Opoziysonê jî bi vê biryarê ne razîne û dibêjin ku Erdogan bi vê yekê dixwaze denêgn xwe di nava gelê Tirkiyeyê de zêde bike."

Iraq

Girêdayî mijarên Îraqê, rojnameyan behsa tevgerên siyasî yên ji bo guhertina qanûna hilbijartinan kirin. Rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tevgereke siyasî – dadwerî li Îraqê di der barê hevbendiyan û guhertina qanûna hilbijartinan". Rojnameyê destnîşan kir ku di encama tevgerên siyasî yên li Îraqê de piştî civîna yekemîn a hêzên siyasî yên di hilbijartinan de bi ser ketine, li ser banga serokwezîr Heyder El-Ebadî, dadgeha bilind ji bo lêvegera giliyên serokkomar û komîseriya Bilind a serbixwe ya hilbijartinan û Partî Demokratî Kurdistanê li dijî guhertina qanûnê sêyemîn a qanûna hilbijartina parlemanê, pêşkêş kirine sibe saet 10:00'an di civîneke eşkere de diyar kir.

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "DAIŞ hebûna xwe li Îraqê careke din bi kiryarên xwîndar ragihand." Rojnameyê diyar kir ku Îraqî li hemberî têkçûna rewşên ewlehî û windakirina destkeftiyan leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞ'ê piştî şerekî bi lêçûneke buha ya mirovahî û darayî metirsîdar in. Rayedarekî Îraqî ragihand ku tevgerên rêxistina DAIŞ'ê li herêmên beyar li nîvê Îraqê zêde bûye, nemaze piştî ku cenazeyê 7 şivanan û di nava wan de 3 kesên ji eşîra Şemer ku hatibûn revandin, hatin dîtin.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê jî rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Milîsên hûsî li El-Hudeyda hatine dorpêçkirin". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hûsiyan bi sedan welatiyên sivîl girtin û di baregeheke leşkerî ya El-Hudeyda de bi cih kirine".

Rojnameyê diyar kir ku milîsên hûsî kiryarên xwe li dijî welatiyên sivîl ên Yemenê berdewam dikin û bazarê li ser xwîna welatiyan dikin. Her wiha li gelek deveran welatiyên sivîl ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Hin endamên dijberiya hûsiyan dikin ên Partiya Konferansa Gel a Giştî diyar kir ku rayedarên hûsiyan gelek girtina welatiyên sivîl li El-Hudeyda rewa kirine. Nemaze piştî ku hêzên artêşa Yemenê ya ku alîkariya xwe ji koalîsyona Kendavê werdigire pêşve hatin.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl tevgera xwe ya leşkerî didomîne û êrîşî 'kampên vegerê' dike, çalakvanên berxwedanê jî careke din firokên kaxezî firandin". Rojnameyê diyar kir ku hêzên dagirkeriyê êrîşî "kampên vegerê" yên li nêzî sînorên rojhilatê Gazzayê kirin. Her wiha gule bi ser xwepêşandêran de barandin, piştî ku di van du rojên borî de bi balefiran baregehên berxwedanê topbaran kirin. Di encamê de agir bi herêmên "Xîlaf Gazza" ket. Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî jî hişyariya metirsiya derketina şerekî nû da eger rewş wisa berdewam bike.

Koreya Başûr û Amerîka tevgerên xwe yên leşkerî yên hevbeş rawestandin

Di der barê encamên lûtkeya Sangafora ya di navbera serokê Amerîka û serokê Koreya Bakur de, rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Xî Jîn Pîng bi Kîm re civiya û jê xwest hevpeymana Sangafora pêk bîne". Rojnameyê diyar kir ku serokê Çînê Xî Jîn Pîng li Beijîngê pêşwaziya serokê Koreya Bakur Kîm Jong-Un kir ji Pyongyang û Washingtonê xwest ku hevpeymana ku di lûtkeya Sangafora de hatiye îmzekirin pêk bînin. Li aliyekî din Koreya Başûr û Amerîka tevgerên xwe yên leşkerî yên hevbeş rawestandin.

Rojnameyê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Çînê hêviyên xwe anîne ziman ku serdana li Çînê dê têkliyên di navbera Çîn û Koreya Bakurê de xurt bike û dê peywendiyên stratejîk di der barê gelek dosyeyên mezin de bikin da ku aştî û aramî li herêmê pêk were. Li Washingtonê jî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo destnîşan kir ku dê di demeke nêz de bi Kîm re bicive da ku lêhûrbûnên sozên serokê Koreya Bakur di der barê tunekirina çekên nukleer de zelal bike.