Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji malbata şervanê YPG‘ê Reşîd Semo (Kendal Efrîn) re xwestin.

Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
Sedan kesî ji malbata şehîd Kendal re sersaxî xwestin
19 hezîran, 2018   18:13

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şervanê YPG‘ê Reşîd Semo (Kendal Efrîn), yê ku dema erka xwe pêk di anî li navçeya Eyn Îsaya şehîd bû, konê sersaxiyê li pêşiya mala wî vegirt.

Bi sedan şêniyên taxê û endamên hêzên Asayîşê ji malbatê re xwestin.

Li vir merasîmeke hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eytan Reşo û endama Kongreya Star Nehla axivîn û sersaxî ji malbat şehîd Kendal re xwestin û soza parastina destkeftiyên şoreşa Rojava dan.

Bavê şehîd Kendal, Mihemed Elî Semo spasiya beşdaran kir û hinekî li ser keyaseta kurê xwe axivî.

Bavê şehîd soza şopandina riya kurê xwe da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nîdal Arif wesîqa şehîd Kendal xwend û radestî malbata wî kir.

Merasîm bi dirûşmeyê silavkirina berxwedana Efrînê û dilsoziya bi şehîd re bi dawî bû.

(bb)

ANHA