Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa jî hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê serlêdana 764’emîn a parêzeran red kir.

Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa jî hate redkirin
19 hezîran, 2018   18:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Ebrû Gunay û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê bi hinceta "Sînordarkirinên di derbarê hikumxwaran de" yên Qanûna Jimare 5275'an serlêdana parêzeran red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heta niha 764 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "Rewşa hewayê xerabe", "koster xirabe ye" û "OHAL’ê" hatin astengkirin.