Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn li goristana şehîdan a Ehrezê ya kantona Şehbayê oxir kir.

Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Kendal Efrîn li Şehbayê hate oxirkirin
18 hezîran, 2018   10:21

ŞEHBA

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn (Reşîd Simo) ku li herêma Eyn Îsa dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû, ber bi goristana şehîdan a gundê Ehrezê yê kantona Şehbayê ve bir û bi merasîmekê oxir kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Merwan Efrîn axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên şoreşa rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn.

Merwan Efrîn wiha axivî: "Ji destpêka tevgera me ya azadiyê ve em şehîdan didin. Şehîd bingeha serkeftina me ne. Em ê rêya wan heta pêkanîna azadî û serfiraziyê bişopînin."

Di merasîmê de her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star Rojhilat Arif axivî û diyar kir ku şehîdan her tiştê xwe yê giranbuha di ber welatê xwe de dane û ji bo biratiya gelan canê xwe feda kiriye.

Rojhilat Arif di berdewama axaftina xwe de got ku komploya dewletên herêmî û navneteweyî li dijî gelê Efrînê hê jî berdewam dike û li hemberî wê welatiyên Efrînê asta berxwedana xwe li dijî van komployan bilindtir dike.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Kendal bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(cu-jh/ew)

ANHA