Yewnanistan û Makedonyayê nakokiya 27 salan çareser kir

Wezîrkê Karên Derve yê Yewnanistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Makedonyayê rev roja Yekşemê nakokiya 27 salan ku navê Komara Makedonya bikin Makedonyaya Bakur bi dawî kir û lihevkirin îmze kir.

Yewnanistan û Makedonyayê nakokiya 27 salan çareser kir
17 hezîran, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrkê Karên Derve yê Yewnanistanê û Wezîrê Karên Derve yê Makedonyayê lihevkirinek îmze kir û pêwîst e ev lihevkirin di nava 6 mehan de pêk were. Di lihevkirinê de qedexekirina Yewnanistanê ku Makedonya derbasî Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO`yê were rakirin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksis Tsibras û serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zayîf her wiha nûnerê DY`yê Matiyo Nîmîtz û Berpirsa Têkliyên Derve ya YE`yê Fîdîrîka Mogîrînî beşdarî şahiya lihevkirinê ya ku li ser qiraxa gola Perspis hate lidarxistin, bûn.

Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksis Tsibras diyar kir ku ew heta niha bi erka xwe ya welatparêzî wek pêngaveke dîrokî ji bo bidawîkirina birînên berê radibin. Her wiha li gorî ku  France Press diyar kir ku ew rê li ber lihevkirina di navbera her du dewletan, Belqan û Ewropa de vedikin.

Pêwîst e Makedonya jî peymanê di perlamentoyê de erê bike û divê di riya referandûm were erêkirin. Her wiha divê di aliyê destûrî de fermî were qeydkirin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev got ku girîngiya vê lihevkirinê ya stratejîk heye û dikare aramî û pêşketinê bi xwe pêk bîne.

Ji dema Makedonyayê serxwebûna xwe di sala 1991'yan de ragihand, Yewnanistanê qebûl nedikir ku cîrana wê ya biçûk navê Makedonya bi kar bîne. Di demên berê de Îskenderê Mezin ev bi kar dianî û heta niha jî cihê serbilindiya gelê Yewnanistanê ye.

(bx/ew)