Komeleya Tirkmanî cejna Remezanê pîroz kir

 Komeleya Tirkmanî ya bajarê Minbicê cejna Remezanê li hemû gelên Sûriyê pîroz kir.

Komeleya Tirkmanî cejna Remezanê pîroz kir
14 hezîran, 2018   12:34

MINBIC

Komeleya Tirkmanî ya bajarê Minbicê bi boneya cejna Remezanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Bi boneya cejna Remezanê Komeleya Tirkmanî ya bajarê Minbicê cejna hemû pêkhateyên bajarê Minbicê, gundewarên wê û hemû gelên Sûriyê pîroz dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de hêviya jiyana azad, kêfxweş û pêkanîna hemû hêviyan û avakirina civaka demokratîk hate xwestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komeleya Tirkmanî di 25`ê Nîsanê de navenda xwe li bajarê Minbicê vekir.

(bx/ew)

ANHA