Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê QSD‘ê Esed El-Feyad (Mecid) li goristana Şehîd Hanî El-Hesen li bajaroka El-Bisêra hate oxirkirin.

Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Mecid bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
9 hezîran, 2018   17:08

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Esed El-Feyad (Mecid) ê ku di 6‘ê Hezêranê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, bi merasîmeke gerseyî li goristana Şehêd Hanî El-Hesen a li bajaroka El-Bisêra oxir kirin.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka  Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Zerdeşt Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Kobanê, soza da ku ew ê tola şehîd hilîne û têkoşînê zêdetir bike.

Di merasîmê de, Endamê Meclîsa Sivîl a Dêrazoêr Salih Îbrahîm jî axaftin kir û got, "Şehîd mişeleya azadî ne û sembola fedekariyê ye. Em bejna xwe li hemberî giyanên wan ên pîroz ditewînin û soza şopandina xeta wan ta pêkanîna armancên wan didin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Mecid hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(bb)

ANHA