Dîroka Civaka Êzidî bi semînerekê hate vegotin

Fermanên ku li ser gelê Êzidî hatin kirin bi semînerekê ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê ve hate vegotin.

Dîroka Civaka Êzidî bi semînerekê hate vegotin
Dîroka Civaka Êzidî bi semînerekê hate vegotin
Dîroka Civaka Êzidî bi semînerekê hate vegotin
Dîroka Civaka Êzidî bi semînerekê hate vegotin
8 hezîran, 2018   16:12

HESEKÊ

Bi amadebûna bi dehan rewşenbîrên kantona Hesekê û endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Qamişlo, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Hesekê li avahiya xwe semînereke derbarê dîroka êzidiyan û fermanên ku li ser wan hatin kirin, organîze kir.

Semîner ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Hesekê Ehmed Sîno ve hate dayîn.

Sîno, destpêkê li ser dîroka avabûna êzidiyan û deverên ku lê bi cih bûne, ola wan axivî û got ku îro bi saya felsefeya Netewa Demokratîk civaka Êzidî baweriya xwe bi azadî pêk tînin.

Sîno, destnîşan kir ku gelê Êzidî di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê pergalên sîtemkar ve wekî Osmaniyan rastî qetilaman bû, li ser vê yekê gelê Êzidî belawela bûn û li hemberî qetilaman ti kes dengê xwe nedikir.

Ehmed Sîno, anî ziman ku li hemberî hewldanên qirkirinê divê piştgirî bi gelê Êzidî re were kirin, her wiha diyar kir ku divê alîkarî ji wan were dayîn da ku vegerin warên xwe.

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bb)

ANHA