200 ciwan tevlî YPG‘ê bûn

Li Akademiya "Şehîd Birûsk" ya YPG‘ê 200 ciwanî piştî ku dewreya perwerdeyê qedandin tevlî nava refên YPG‘ê bûn.

200 ciwan tevlî YPG‘ê bûn
6 hezîran, 2018   13:55

HESEKÊ

Li Akademiya Şehîd Birûsk a navçeya Şedadê 40 roj berê ji bo 200 ciwanî ku xwestin tevlî nava refên YPG‘ê bibin du dewreyên perwerdyê bi navê Şehîd Ehmed El-Cefal û Şehîd Zana Hesekê hatibûn destpêkirin.

Di nava 40 rojan de dersên birdozî, siyasî û leşkerî hatin dîtin.

Îro, bi armanca qedandina derwreyê merasîmeke hate lidarxistin.

Fermandarên YPG`ê û malbatên şehîdan beşdarî merasîma bidawîkirinê bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên ku tevlî dewreyê bûne ve hate lidarxistin. Paşê yek ji fermandarên YPG`ê Elî Şedadê axivî û bidawîkirina dewryê li hemû şervanan pîroz kir.

Elî di axaftina xwe de got ku pêwîste hemû şervan erka xwe ya parastina welata xwe û armancên ku şehîdan ji bo pêkanîna wan canê xwe feda kirin, pêk bînin.

Di dawiyê de şervanan soza leşkerî dan û merasîm bi xelekên dîlan bidawî bû.

(bx)

ANHA