Herdû kolanên sereke yên El-Mensûra dê werin sererast kirin

Şaredariya Gel a El-Mensûra bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê li ser xwesteke şênî û xwdiyên dukanan wê deset bi sererastkirina herdû kolanên sereke yên bajar bike.

Herdû kolanên sereke yên El-Mensûra dê werin sererast kirin
Herdû kolanên sereke yên El-Mensûra dê werin sererast kirin
Herdû kolanên sereke yên El-Mensûra dê werin sererast kirin
Herdû kolanên sereke yên El-Mensûra dê werin sererast kirin
3 hezîran, 2018   08:49

ABDULREZAQ ZEKERIY / TEBQA

Şaredariya Gel a El-Mensûra piştî ku alîkarî ji Şaredariya Gel a Tebqayê wergirt. Wê dest bi sererastkirina kolanên El-Şerqî û Cenûbî yên başûr rojhilatî bajaroka El-Mensûra bike. Herdû kolan ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê zêde xirab bûbûn.

Ji ber vê yekê di zivistanî de av di herdû kolanan de disekinî û di havîne de jî qirêj û gemar. Ev yek jî bandor li çûn û hatinê dike û zehmetî di tevgerê de çêdike. Ji ber vê yekê şaredariyê dest bi kar û xebatên sererastkirinê kir.

Li gorî tîma Alavên şaredariya El-Mensûra Emar El-Salih ku pirojeya sererastkirinê wê di nava 15 rojan bidawî bibe. 10 karker û alavên şaredariyê wê di karê sererastkirinê de bixebitin.

Salih di berdewamiya axaftina xwe de got ku tevî derfetên wan ên kêm lê wan li herdû kolanan qûm belav kir da ku dest bi îsfeltkirina wan bikin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku Saziya Avakirinê ya girêdayî desteya Diraviya Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk a herêma Tebqayê beriya 4 mehan kargeha îsfeltê li gundê Ebû Qebî yê başûrê Tebqayê vekir.

(bx)

ANHA