Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Saziya Avahiyan a girêdayî Darayîya giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk xebatên sererastkirina Navenda Çandî ya li taxa duyemîn a bajarê Tebqayê didomîne û amadekariya merasîma vekirina navendê di nîvê Hizêranê de dike.

Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye
Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye
Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye
Navenda Tebqa a çandê li benda merasîma vekirinê ye
3 hezîran, 2018   08:36

TEBQA

Ev nêzî 3 meh in xebatên sererastkirina navenda Çandê ya bajarê Tebqayê berdewam dikin, nemaze ji ber ku di encama hovîtiya komên çete yên cûda de di serdemên borî de rastî gelek ziyanan hatibû. Di serdema çeteyên DAIŞ'ê de jî navend weke baregeheke çeteyan dihat bikaranîn û têde lêpirsîn û îşkenceya welatiyan dihat kirin.

Niha gelek xebatên sererastkirinê hatin pêkanîn û derî û pencereyên navendê hatin siwarkirin û toreya wê ya av û kehrebeyê hate sererastkirin.

Di qonaxa yekemîn a sererastkirina navendê de li şûna şanogeha navendê ku bi temamî hatiye hilweşandin, dikeyeke nû ya şanoyan hate çêkirin da ku pêşwaziya çalakiyên çandî bike.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Têkliyên Giştî ya Komîteya Çand û Hunerê Mesna Ebdilkerîm got ku niha ew li benda merasîma vekirina navenda çandê ne ku tê payîn di nîvê meha Hizêranê de pêk were û di merasîmê de dê gelek çalakiyên çandî bêne pêşandan.

ANHA